QSD'ê sala 2018'an jî gelên Sûriyeyê parast

Şervanên QSD'ê, sala 2017'an Reqa ji DAÎŞ'ê rizgar kirin û sala 2018'an jî şerê xwe yê li dijî DAÎŞ'ê dewam kirin. Pêkhateyên QSD'ê di nava salê de berxwedana herî mezin li dijî dewleta Tirk û komên wê yên çete da.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku di dawiya sala 2017'an de Reqa rizgar kirin, sala 2018'an hem li dijî DAÎŞ'ê şer kir, hem jî li dijî dewleta Tirk ku piştevanê siyasî yê DAÎŞ'ê ye têkoşiya. Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê, hêzên YPG û YPJ'ê ku pêkhateyên herî mezin ên QSD'ê ne, bi rengekî destanî li ber xwe dan ku ev berxwedan hîn jî dewam dike. QSD'ê li aliyê din operasyonên xwe yên li dijî DAÎŞ'ê dewam kir û li Dêra Zorê derbên dawî li DAÎŞ'ê dixe.

Berdevkê QSD'ê Kîno Gabriyel sala 2018'an ji aliyê leşkerî ve ji ANF'ê re nirxand. Gabriyel anî ziman, di nava salê de wan li dijî DAÎŞ'ê destketiyên girîng wergirtine û berxwedana wan a li Efrînê jî dewam dike. Gabriyel ragihand, li Efrînê berxwedaneke bêhempa hate nîşandan û got, heta ku Efrîn azad bibe ev berxwedan wê bidome.

BERXWEDANA BI LEHENGÎ

Gabriyel bal kişand ser destketiyên girîng ên nava sala 2018'an û got, "Salake tijî bû. Şervanên me bi lehengî li ber xwe dan. Bêguman di vir de para herî mezin a YPG û YPJ'ê ye ku pêkhateyên herî mezin ên QSD'ê ne. Bi taybetî li Efrînê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û komên wê yên çete berxwedaneke bêhempa hate nîşandan."

LI EFRÎNÊ BERXWEDANA BÊ NAVBER

Berdevkê QSD'ê got, "Belê, Efrîn hate dagirkirin lê belê berxwedan bê navbera heta niha dewam dike" û wiha bi mijarê daket: "Derbên giran li dewleta Tirk û komên wê yên çete tên xistin. Hêzên me wê ti carî nehêlin ku bêhn bê ber dewleta Tirk û çeteyên wê. Wê timî li wan bixin. Di vê mijarê de em heta dawiyê bi hêzên xwe piştrast in."

PÊNGAVA DÊRA ZORÊ

Gabriyel bi bîr xist ku têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê dewam dike û got, "Sala 2018'an pêngava Bagera Cizîrê dewam kir. Di vê çarçoveyê de li herêmên Başûrê Hesekê û Dêra Zorê li dijî terorê destketiyên girîng hatin afirandin û gelek herêm ji çeteyan hatin paqijkirin. Ev operasyonên me hîn dewam dikin. Em di wê baweriyê de ne ku operasyonên me yên leşkerî yên li dijî DAÎŞ'ê wê rojên bê bi dawî bibin û dawî li DAÎŞ'ê bînin."

RADESTÎ RÊVEBERIYÊN SIVÎL HATE KIRIN

Gabriyel diyar kir, ji bo îstiqrara herêmên rizgarkirî wan gelekî hewl dane û got, "Dawiya sala 2017'an, QSD'ê destketiyên gelekî girîng afirand û Reqa ji DAÎŞ'ê paqij kir. Ev destketî bû sedem ku piştre Meclîsa Sivîl a Reqayê dest bi wezîfeya xwe bike, rêveberiya sivîl a bajêr were radestkirin, bajar ji nû ve bê avakirin û şert û mercên vegera sivîlan bên afirandin. Ev yek ji bo herêmên hatine rizgarkirin hemûyan derbas dibe. Hêzên me di nava salê de her wiha li dijî hucreyên razayî yên çeteyan ên li herêmên rizgarkirî operasyon kirin."

'EM PAŞEROJA SÛRIYEYÊ BIPARÊZIN'

Berdevkê QSD'ê Kîno Gabriyel diyar kir, wan heta niha ji bo Sûriyeyeke demokratîk û wekhev têkoşîna xwe kirine û anî ziman, ew ê vê rola xwe bidomînin. Gabriyel got, "Ji bo afirandina Sûriyeya parşerojê em ê projeyên xwe bidomînin. Li pêşiya me, yanî li hem li pêşiya QSD'ê hem jî li pêşiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) firsendên pêkanîna vê hene."

TÊKOŞÎNA ME WÊ BIDOME

Berdevkê QSD'ê biryar DYE'yê ya ji bo vekişîna ji Sûriyeyê nirxand û diyar kir, têkoşîna wan wê bidome. Gabriyel got, "Nîqaş tê kirin ku qaşo eger hêzek nebe em nikarin têkoşîna xwe bidomînin. Halbûlkî rê û çareseriyên me bi xwe hene. Hêz û projeyên me hene ku em pê gelên xwe biparêzin û wan ewle bikin. Projeyên me yên cuda jî hene û me dest bi nîqaşkirina wan kir. Hêza me ya ji bo pêkanîna vê heye."