Li Sûriyeyê di sala 2018'an de nêzî 20 hezar kes mirin

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand, sala 2018'an nêzî 20 hezar kes li Sûriyeyê mirine.

Serokê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Abdul Rahman daxuyanî da AFP'ê û bîlançoya sala 2018'an eşkere kir. Ramî Abdul Rahman got, di nava salekê de 19 hezar û 666 kes mirine.

Li gorî vê yekê, 6.349 kes sivîl in û 1.437 ji sivîlan jî zarok in.

Li gorî saziyê, rejîma Beşar El Esad sala 2018'an gelek herêm kontrol kir û desthilatdariya Esad niha du ji sê parên xaka Sûriyeyê kontrol dike.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir, sala 2017'an zêdeyî 33 hezar kes li Sûriyeyê miribûn. Li gorî saziyê sala herî giran 2014 bû ku 76 hezar kes mirin.