Li Dêrikê cenazeyê 3 şehîdan hate veşartin

Welatiyên Dêrikê cenazeyê Mihemed Henan (Agirî) û Sair El-Ziyab (Şiyar Çil Axa) û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hesen El-Mitêr bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.

Welatiyan cenazeyê her sê şehîdan ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê YPG’ê Mihyedîn Xêrkê, li ser navê Tûgeya Şehîd Kemal Fermandar Heqî Dermûş û Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Minbic û gundewarên wê Cemîla Ehmed axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û wiha gotin; “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji gefên Tirkiyê û terora DAÎŞ`ê natirsin û tu carî teslîmbûnê qebûl nakin.”

Piştre nasnameya şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseya gel cenazeyê şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.