Şerê di navbera çeteyan a li Îdlibê de dewam dike

Şerê di nabera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a li Îdlibê de dewam dike. Di şerê bi dehan çete hatin kuştin de, koçberekî ku li Kampa Atmê ya dikeve bakurê bajêr jî birîndar bû.

Hate ragihandin ku li gundên Selwa û Qîla yên bakurê Îdlibê şerê giran di navbera çeteyên Nûredîn El-Zinkî û Heyet Tehrîr El-Şam de rû dide. Çeteyên Nûredîn El-Zinkî gundên navborî xistin bin kontrola xwe.

Li gorî çavkaniyên herêmî 35 endamên Heyet Tehrîr El-Şam jê veqetiyan û tevlî çeteyên Nûredîn El-Zinkî bûn.

Çavkaniyan dane zanîn ku çeteyên Partiya Îslamî ya Tirkistanî û Hurasedîn qewet ji Heyet Tehrîr El-Şam re şandin.

Tê gotin ku şerê di navbera herdu aliyan de heta niha berdewam e.

Heman çavkaniyî diyar kir ku çeteyên Tirkiyê yên ku beşdarî dagirkirina Efrînê bibû jî li hemberî çeteyên Tehrîr El-Şam destek ji çeteyên koma Nûredîn El-Zingî re şandin.

Çeteyên Cebhe El-Wetanî jî li dijî Heyet Tehrîr El-Şam seferberî ragihandibû.

Di wêne û dîmenê ku çavkaniyan ji herêmê kişandina koçberek ji kampa Etmê de di şer de birîndar bûye û wî radikin nuqteya tenduristiyê ya kampê.

Çavkaniyan diyar kirin li kampê koçberî rû dide.