Welatiyên Minbicê: Em ê dagirkeriyê qebûl nekin

Dewleta Tirk ji bo operasyoneke mihtemel a li dijî Îdlibê ji rojevê derxîne berê xwe daye Minbicê, gelê Minbicê diyar kirin ku dewleta Tirk li pey fîtneyê ye û ragihandin ku ew ê dagirkeriyê qebûl nekin.

Welatiyên bajarê Minbicê jiyana xwe ya rojane didomînin û li aliyekî din jî li dijî bazarên qirêj ên li ser wan, nerazîbûn nîşan dan. Tirkiye ji bo destûra dagirkeriyê bigre bi Moskowa û Washîngtonê re hevdîtinan pêk tîne.

Piştî ku dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi gefên dagirkirinê kir û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) biryar da xwe ji Sûriyeyê vekişîne, li herêmê danûstandinên xurt ên siyasî, leşkerî û dîplomatîk dest pê kirin.Piştî ku dewleta Tirk hejmareke zêde leşker û çeteyên xwe li ser sînorê bajarokê Erîma yê Babê bi cih kir, hêzên rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê jî  hejmara leşkerên xwe yên li gundên Erîmayê zêde kirin.

Li dû hevdîtinên navbera Rejîma Sûriyeyê-Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rûsyayê, hêzên rejîma Sûriyeyê bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re koordîneyî, hêz şand bajarokê Erîmayê.

LI MINCIBÊ JIYANA ROJANE DIDOME

Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re Minbic sala 2012’an ji aliyê komên Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) ve hate kontrolkirin. Piştre sala 2014’an ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hate dagirkirin. 15’ê Tebaxa 2016’an jî bajarê Minbicê ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbic û şervanên YPG/YPJ’ê ve hate rizgarkirin. Li bajêr jiyana rojane didome li aliyê din jî gel radigihîne ku wê dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nekin.

GEL TEDBÎRÊN XWE DIGRE

Tevî ku çapemeniya şerê taybet ê dewleta Tirk dixwaze rewşa panikê bêxe nava welatiyan de jî lê jiyana rojane didome. Dikandar Mihemed Ebû Ebdûllah diyar kir ku li bajêr tu kêmasiyên ewlehiyê nîne û wiha domand; “Li bajarê me di aliyê ewlehiyê de tu pirsgirêk û kêmasî nîne. Em di nava aramiyê de dijîn. Gefên dewleta Tirk û teqwiyeya ji bo xeta sînor ji bo me di aliyê aboriyê de pirsgirkêan derdixe lê gelê me li gorî vê tevger dike û tedbîrên xwe digre.”

‘EM Ê DESTÛR NEDIN KU DÎROK DÎSA DÛBARE DIBE’

Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê Doha Eşriyat jî wiha got; “Em ê destûr nedin saltanata nû ya Osmaniyan. Gefên dewleta Tirk didomin lê em ê destûr nedin ku dîrok dûbare bibe. Em ê destûr nedin ku carek din saltanata Osmaniyan li vir bibin rêveber. Em ji wan rojên reş hebûna DAİŞ’ê ya 2 salan li vir xilas bûn. Em ê destûr nedin ku ew roj careke din werin.”

‘EM Ê ÎRADEYA XWE TESLÎM NEKIN’

Doha bi domdarî got; “Em ê destûra dagirkirina xaka Sûriyeyê nedin. Ev peyama me ya zelal û vekiriye ji bo dewleta Tirk. Gelê me xwedî zanîst e û dîrokê baş dizane, roja me û pêşerojê baş dixwînin. Li vir di çarçoveya netewa demokratîk de me jiyana xwe ji nû ve afirand. Gelê me di nava ewlehî û aramiyê de dijîn. Em ê carek din îradeya xwe teslîmî kesek din nekin.”

‘DEWLETA TIRK LI PEY FÎTNEYÊ YE’

Hevşaredarê Minbicê Celîl Xelîl Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze di nava gelan de fîtneyê çêbike û wiha got; “Dewleta Tirk dixwaze di navbera gelan de fîtneyê çêke û dixwaze gelan bike dijminê hev. Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Minbic rizgar kirin û şûn de li vir gelê Ereb, Tirkmen, Kurd , Çerkes û hemû gelên din di nava hev de bi biratî dijîn. Hedef û armanca dewleta Tirk xirakirina vê biratî û demokrasiyê ye.”

DI DÎROKÊ DE MINBIC

Minbic bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re sala 2012’an kete destê komên Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO). Sala 2014’an ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hate dagirkirin.

1’ê Hezîrana 2016’an ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbic û şervanên YPG/YPJ’ê ve operasyona rizgarkirina Minbicê hatibû destpêkirin û bajêr 15’ê Tebaxa 2016’an de ji DAÎŞ’ê hatibû paqijkirin.

Rêveberiya sivîl a bajêr 20’ê Nîsana 2016’an de li bajarokê Sirîn yê Kobanê hate damezirandin. Hejmara endamên meclîsê 43 kes bûn piştî ku bajêr hate rizgarkirin hejmar bû 132.

Di civîna 20’ê Sibata 2017’an de meclîsa ji 132 kesan pêk dihat hate avakirin ku di nava wan de Ermeniyek, Çeçenek, 8 Çerkes, 11 Tirkmen, 40 Kurd û 71 Ereb hebûn.

Bajarokê Minbic ê Helebê,  90 kîlometre dikeve bakur rojhilatê Helebê, 40 kîlometre dikeve başûrê Cerablûs, 65 kîlometre dikeve rojavayê Kobanê û 45 kîlometre dikeve rojhilaê Babê.

Di dîrokê de,  serî de Mogollar navde bajêr 7 caran hate dagirkirin. Asûrî, Ereb, Roma, Osmanî  li bajêr bûn desthilatdar. Di sala 1516’an de şerê Mercîbadik li bajêr qewimî û deriyê erdingariya Ereb, Misir û Osmaniyan vekir. Dewleta Tirk bi heman awayî dixwaze îro bajêr dagirker bike.