Çeteyên dewleta Tirk bi hev ketin, 26 ji hev kuştin

SOHR, ragihand di şerê di navbeyna çeteyên 'Eniya Rizgariya Netewî' û  Heyet Tehrîr El Şam de gelek endamên çeteyan hatine kuştin.

Mala Çavdêr a Mafê Mİorvan a Sûriyê (SOHR) têkilî şerê di navbeyna çeteyên bi desteka Tirkiyê 'Eniya Rizgariya Netewî' û Heyet Tehrîr El Şam daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin HTŞ'ê bajarokê Darît Izze ya Helebê û rêyên ku diçin ser bajarokê kontrol kirine.

Li herêma  Tiladeyê piştî ku çeteyên Nureddîn El Zenkî 5 ij HTŞ'yê kuştin, şer di navbeyna çeteyan de dijwar bû.

SOHR'ê ragihandi di şerê di navbeyna du rêxistinên çete de, ya roja pêşî ya sala 2019'an bi kêmanî 14 ji HTŞ'ê û 12 jî ji 'Eniya Rizgariya Netewî' hatin kuştin, 10 endamên Nureddîn El Zengkî û Eniya Rizgariya Netewî jî hêsîr hatine girtin.

Di şer de her wiha 2 jê zarok 5 sivîl jî hatin kuştin.

TOPAVÊTIN

Hêzên rêjîmê herêmên li aliyê gundê El-Erbîn li bakurê Hemayê û derdora gundê El-Biwîdiyê û herêma Hesriya û hin cihên li gundê El-Cîsat û El-Sexir û bajarokê El-Litmanê li heman bejahiyê, bombebaran kirin.