Komîteyeke ku partiyên siyasî yên Kurdan li hev kom bike, ava bû

Nûnertiya Rojava ya KNK'ê, ji bo rêxistin û partiyên siyasî yên Kurd hemûyan li dijî gefên dagirkeriyê yên li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê tên xwarin li hev kom bike, komîteyek ava kir.

Nûnertiya Rojava ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), ji bo rê û rêbazên pêşîvekirina li pêkhatina yekîtiya neteweyî ya Kurdan nîqaş bike û helwesteke hevpar li dijî gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binirxîne, li Qamişloyê civîne li dar xist.

Endamên KNK'ê tevlî civînê bûn û gefên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd hatin nirxandin. Di civînê de hate ragihandin ku divê yekîtiya neteweyî ya Kurdan tavilê pêk were. Her wiha ji bo parastina destketiyên gelê Kurd helwest bê nîşandan.

Di civînê de komîteyek hate avakirin ku karê vê komîteyê xurtkirina têkiliya navbera partiyên siyasî yên Kurdan e.

Ji Rûspiyên Dêrikê Sînan Ehmed, Serokê Yekîtiya Nivîskarên Sûriyeyê Dilawer Zengî, endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Ebdulkerîm Umer, Derya Remadan û ji Zanîngeh aRojava Silêman Ilyas cihê xwe di nava komîteyê de girtin.

Tê payin ku komîte li ser karên xwe sibe daxuyaniyekê bide çapemeniyê.