Şervanên QSD'ê her bi pêş ve diçin

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de 10 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin û 20 baregehên çeteyan hatin rûxandin. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) her bi pêş ve diçin.

Li gundê Kemşe yê li başûrê rojava yê Hecînê, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAÎŞ'ê de şer derket.

Çavkaniyên ji nava QSD'ê ragihandin, şer doh êvarê qewimeiye û 20 baregehên çeteyan hatine rûxandin. Hate gotin, wesayitek bombebarkirî, 2 tunel û nuqteyeke ku çeteyan doçka lê bi kar dianîn hatin rûxandin.

Di şer de 10 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin û şervanên QSD'ê dest danîn ser gelek alavên leşkerî.

Şervanên QSD'ê ber bi bajarokê Şafa ve her bi pêş ve diçin.