Şehîdên QSD’ê bi merasîmekê hatin veşartin

Bi tevlîbûna bi hezaran welatiyên navçeya Şedadê cenazeyê 9 şervanan ku di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tinekirina Terorê" de şehîd bibû, bi merasîmeke heyebet li Goristana şehîdan hatin veşartin.

Bi hezaran welatiyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyê şervanên QSD‘ê Basil Xilêf (Esed Şedadê), Hesen El-Elî (Seferî Hesekê), Ehmed El-Hesen (Zîb Şedadê), Fadî Iweyid (Mihemed Hesekê), Cûma El-Beyai (Ebas), Şahir El-Hirês (Sehm Dêrazor), Xelîl Sewadî (Qesûra), Ehmed Himêdî (Xeys) û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hesen Ekîz ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê ve derxistin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên YPG’ê ve destpê kir. Ji fermandarên YPG‘ê Elî Şedadê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got "Bi saya şehîdên me şêniyên Dêra Zorê ji çeteyên DAÎŞ‘ê hatin rizgarkirin."

Şedadê got: “ Em Hêzên Sûriyeya Demokratîk rê nadin ku xaka me were dagirkir, berdêl çi dibe bila bibe em ê gel û warê xwe biparêzin."

Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Şedadê Seher Mihemed jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xweser û got wekî malbatên şehîdan ew amade ne berdêlan bidin heta tevahî herêm ji çeteyên DAÎŞ‘ê rizgar bibe.

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Selman Nasir nasnameya şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir.

Girseya gel cenazeyê şehîdan di nava dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan ve veşartin.