YPG’ê bîlançoya xwe ya sala 2018’an eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bîlançoya giştî ya sala 2018’an a YPG’ê weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya giştî ya sala 2018’an a YPG’ê belav kir.

Di daxuyaniya bîlançoyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Gelên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê ku bi armanca parastina nirxên çandî yên mirovahî bi rêxistinbûna xwe pêşengtiya têkoşînên şoreşgeriyê kir û ji bo pêkanîna ev erka dîrokî bi hezaran şervanên xwe yê egîd re di nav şerekî dijwar de cîhê xwe girt. Îro berxwedana lehengane ya ku li Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê tê raberkirin, barhilgiriya van nirxan dike. Weke ku li hember rêxistina terorî ya DAÎŞ, li hember artêşa Tirk a dagirker ya ku êrîşî nirxên gelê me dike jî berxwedanek bêhempa tê dayîn.

Îro berxwedana me, bûye şerekî mezin ku di nav xwe de bi sedan şervanên enternasyonel yên ku bi nirxên mirovahiyê yên bingehîn xwe bi çek kirine û bûye mîrateya hevjiyana demokratîk ya gelan li Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê. Sala 2018 jî bû salek ku ev têkoşîn destkeftiyên mezin qezenc kir û pêş de çû. Di demeke ku DAÎŞ li ber tunebûnê ye, li hember hêzên dagirker, têkoşîna gelan ya rêxistinkirî dibe bersiv. Em encamên vê têkoşînê bi hemû hûrguliyên wê bi gelê xwe û raya giştî re parve dikin.

BÎLANÇOYA BERXWEDANA SERDEMÊ

1. Bîlançoya giştî ya qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê ku di navbera 20’ê Çileyê û 18’ê Adarê qewimî, wiha ye;

Êrîşên dijmin yên hewayî: 1098

Êrîşên dijmin yên bi çekên giran: Di navbera 3577-4000

Hejmara çalakiyên hêzên me: 900

Hejmara çalakiyên nehat zelalkirin: 176

- 2 helîkopter, 2 balafirên bêmirov (1 drone, 1 Bayraktar), 122 seyareyên leşkerî (di nav de tank, panzêr, seyareyên zirxî û hwd.), 2 seyareyên bombebarkirî û motorsiklêtek hat îmhakirin.

- 32 seyareyên leşkerî hatin derbkirin ( ( di nav de tank, panzêr, seyareyên zirxî û hwd.)

Hejmara sivîlên ku hatine qetilkirin: 224 ( ji van 51 zarok, 42 jî jin in)

Hejmara sivîlên ku birîndar bûn: 650 ( ji van 87 zarok, 93 jî jin in)

Encama çalakiyan de hejmara kuştiyên dijmin: 2422

- Encama çalakiyên hêzên me û êrîşên dijmin yên hewayî de 544 şervanên me gihîştine şehadetê.

2. Bîlançoya giştî a qonaxa duyemîn ya Berxwedana Serdemê ya Efrînê ku 18’ê Adarê ve dest pê kir wiha ye;

Hêzên me li Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk û komên çeteyên girêdayî wî 147 çalakî li dar xistine. Di encama çalakiyên sekvanî, kemîn, sabotaj û serdegirtin de;

- 350 dagirker hatin kuştin. ( ji van 6 leşkerê payebilind bi giştî 65 leşkerê Tirk û di nav de 8 serçete bi giştî 285 çete ne.)

- Di encama çalakiyên hêzên me de 171 çete birîndar bûn. ( ji van 18 leşkerê Tirk û 153 jî çete ne)

- Di encama çalakiyan de 18 çekên kalaşnîkof (AK-47), çekek MG-3, 2 demançe û gelek belgeyên leşkerî hatin bidestxistin.

- Di encama çalakiyên hêzên me de 36 seyareyên leşkerî, tangek ji tîpa T55, panzêrek, pîqapek, 3 motorsiklêt û baregehek hat îmhakirin, 4 seyareyên leşkerî jî hatin derbkirin.

- Encama 5 çalakiyan nehat zelalkirin.

- Artêşa Tirk a dagirker, tevlîbûna bi hezaran çeteyan û bi alîkariya balafirên şer û keşfê 13 caran li herêma Efrînê operasyonên berfireh li dar xistiye. Di van operasyonan de bêyî ku encam bigire neçar ma ku paşde vegere.

- Di encama çalakiyên me û êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker de di nav de 16 şervanên me yê YPJ bi giştî 56 şervanên me şehîd ketine. Her wiha şervanekî me birîndar bû, şervanekî me jî dîl ketiye destê dijmin.

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK

3. Di dirêjahiya sala 2018’an, artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê de serî de çeperên hêzên me û sivîlên ku li ser xeta sînor dijî, bi êrîşên cûr bi cûr hedef girtiye. Berfirehiya encama êrîşan bi vî rengî ye;

- Artêşa Tirk a dagirker 53 caran êrîşên çeperên hêzên me û sivîlan kiriye.

- Di van êrîşan de 3 ji wan zarok 13 sivîl birîndar bûn, yek jê zarok 2 sivîl hatine qetilkirin. Her wiha 2 zarokan li ser sînor pê li mayîna Tirkan kir û herdu zarok mirine.

- Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan da û di encama çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin.

- Di encama êrîşan de 1 endamê Hêzê Senadîd, 2 endamên Erka Xweparastinê û 2 xebatkarên çapemeniyê birîndar bûn.

- Balafirekî bêmirov (Drone) li Kobanê ket destê hêzên me.

- Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan da û di encama çalakiyên hêzên me de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.

OPERASYONÊN LI DIJÎ DAÎŞ’Ê

4- Di dirêjahiya salê de, Yekîneyên Antî-Teror (Y.A.T.) 45 operasyon, Tîmên Operasyonên Taybet jî 590 operasyon li dijî DAÎŞ’ê û hin şaneyên veşartî li dar xistine. Di encama operasyonên hatin li dar xistin de;

- Di operasyonan de 5 jê biyanî, bi giştî 107 endamên DAÎŞ’ê hatin girtin

- Di encama operasyonan de 2 jê serçete bi giştî 204 çeteyên DAÎŞ’ê û 31 çeteyên ku li herêmê xwe veşartibûn û amadekariya êrîşan dikirin hatin kuştin.

- Di encama operasyonan de 161 çeteyên DAÎŞ’ê birîndar bûn.

- Di encama operasyonan de 55 hewldanên êrîşan vala hatin derxistin.

- Di encama operasyonên serkeftî yên hêzên me 6 jinên Êzidî û zarokek ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ve hatibûn revandin, hatin rizgarkirin.

- 25 seyare û motorek hat rûxandin, 8 seyare jî hatin derbkirin.

- Di encama operasyonên yekîneyên me de 12 torbe madeyên teqemenî yên ku ji bo êrîşên bombeyî dihatin amadekirin, 1345 mayin, 2 seyareyên bombebarkirî, 35 moşek, 3 guleyên tangê, 11 hawan û guleyên wê, 126 rokêtên çeka SPG-9, 575 kalaşnîkof (AK-47), 3 çeka Lav û 2 rokêtên wê, 3 çeka doçka 12.5 û 6 sindoq fîşekên wê, 6 çeka doçka 14.5 û 183 qutî fîşekên wê, 8 qutiyên fîşekê yê çeka A4, 6 bombeavêj, 40 çekên BKC, 12 çekên Karnas, 15 çekên G3, 17 çekên M16, 27 çekên RPG û 267 rokêtên wê, 1004 bombeyên destan, 121 rextên teqemeniyê, 2 dûrbînên şevê, 5 dûrbînên roj, 11 tabanca û fîşekên wê, 4 destik, 19 telefon û gelek belge hatin desteserkirin.

2018 BI BERXWEDANÊ DERBAS BÛ

5. Sala 2018’an sala ku şervanên me serî de li herêma Efrîn û Dêrezorê û gelek herêmên Rojava û Bakurê Suriyê de li dijî dagirkeran têkoşîneke bêhempa meşandiye û wek saleke ku destanên qehremantiyê yên bê hempa di nav de hatin jiyîn derbasî dîrokê bûye.  Di vê çarçoveyê de;

Di çarçoveya qonaxa yekemîn û duyemîn ya Berxwedana Serdemê ya Efrînê de 600, Pêngava Bagera Cizîrê de 201, di encama qezayên trafîkê û qezayên din de 61, di encama nexweşiyên giran û qrîza dil de 20, operasyona paqijkirina berhemên çeteyên DAÎŞ’ê ya Reqayê de 7, encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser sînor 5 şervanên me şehîd bûne. Di dirêjahiya salê de bi giştî 894 şervanên me tevlî karwanên nemiran bûne.”