Çeteyên Enqereyê bi hev ketin, gelek çete mirin

Li Sûriyeyê çeteyên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dikir, li dijî hev şer dikin. Tê ragihandin ku gelek çete mirine.

Çeteyên ku Enqereyê piştgiriya wan dikir bi hev ketine. Roja Pêncşemê li bakurê rojavayê Sûriyeyê jî şer çêbû. Di van şeran de ji herdu aliyan herî kêm 30 kes mirine.

Ji roja Sêşemê ve di navbera Heyet Tahrîr El Şam û Eniya Rizgariyê ya Neteweyî ya ku Tirkiyeyê ew ava kiriye, şerekî giran heye.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê şer li Helebê dest pê kir û pişte li Hama û Îdlîbê didome. Mala Çavdêriyê diyar kir ku roja Çarşemê ji Heyet Tahrîr El Şamê 17 kes û ji Eniya Rizgariyê ya Neteweyî jî 16 kes mirine. Hate ragihandin ku di nava du rojan de bi giştî 76 kes mirine. Hate diyarkirin ku di van şeran de 6 sivîl jî hatine qetilkirin.

Gerînendeyê Mala Çavdêriyê Ramî Abdulrahman diyar kir ku du eniyên din hatine vekirin û şer li başûrê rojavayê Îdlîbê û li bakurê rojavayê Hamayê didome.

Mala Çavdêriyê diyar kir ku Heyet Tahrîr El Şam 17 bajarok û gund desteser kiriye.

Mala Çavdêriyê diyar kir ku Heyet Tahrîr El Şam vê sibehê bi dehan wesayîtên leşkerî li herêmên Tîremle, Keraa, El Feqî, Um Sir, Şêx Mûstafa, El Mûsterîhe, Şolîn, El Derona, Mezret El Casim û Ceb Silêmanê ya Îdlîbê dest bi êrîşan kiriye.