Li Serêkaniyê çalakiya mertalên zindî, li Helebê jî çalakiya kon hate vedan

Li serêkaniyê û Helebê li dijî polîtîkayên tecrîd û dagirkeriya dewleta Tirk çalakî dom dikin.

SERÊKANIYÊ

Li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Serêkaniyê yê Kanotan Hesekê çalakiya meratalên zindî ya hatibû destpêkirin di roja 16’an de ye. Çalakî bi tevlîbûna gelê Qamişloyê re dewam dike.

Meş ji ber mala gel a bajêr destpê kir û heta ber sinorê di navbera Bakur Kurdistan û Serêkaniyê berdewam kir. Di meşê de pankartên "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re", "Li dijî dagirkeriyê serîhildin", ala QSD/YPJ, YPG`ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Meş li ber konê çalakiya mertalên zindî ku ji aliyê şêniyên Serêkaniyê ve hatiye vedan veguherî mitîngê. Di mitîngê de ciwanan daxuyanî da.

Bi dehan endamên meclîsên Qamişlo îro serdana kon kir û nerazîbûna xwe li dijî gefên Tirkiyê anîn ziman. Li ser navê rêveberiya Meclîsa Qamişlo Perwîn Yûsif axivî, gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got dewleta Tirk a dagirker bi gefên xwe biratiya gelan û yekitiya xaka Sûriyê dike hedef.

Perwîn diyar kir ew dagirkeriya Tirkiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu carî qebûl nakin. Her wiha destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê li dijî gefan li ber xwe bidin û çalakiya wan a li ser sînor girêdanên wan bi axa wan ve diyar dike.

Her wiha li ser navê meclisa Taxa Xerbî ya Qamişlo Seyfedîn Hisên jî teqez kir ku ew gefên Tirkiyê qebûl nakin û biryara wan li hember wan gefan berxwedan e.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Ciwanên Şoreşger Mihemed Raşîd ve hate xwendin. Daxuyaniyî wiha ye;

"Em weke ciwanên Serêkaniyê ji ber gefên dewleta Tirk a dagirker di rewşeke hesas de derbas dibin. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker tu ferqê naxe navbera Kurd, Ereb û Suryanan.

Êrîşên wan li ser xaka Bakurê Sûriyê û Rojava ye û bi taybet Serêkaniyê ku dixwazin xaka me dagir bikin û îradeya gelê herêmê bişkînin. Îro jî komploya navdewletî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Ji ber ku ew li hemberî projeya Ocalan binketin, niha jî dixwazin bi tecrîdan fikrên wî dil bigirin.

Hemû dewletên dîktator ên faşîst bi navê dewleta Tirk a dagirker bi şev û roj dixebitin da ku komployên navdewletî li dijî tevgera azadiyê û gelê berxwedêr pêk bînin. Em weke Ciwanên Şoreşger heta dawiyê dê parastina ax û rûmeta xwe bikin. Ev yek jî dê dawiya dewletên dîktator û faşîzma Tirkiyê bîne.

Eger Erdogan ê kujerê zarokan êrîşî şoreşa Bakurê Sûriyê bike, dê têk biçin. Ji ber ku dê berxwedan bi serkêşiya ciwanan li tevahiya sînor li dijî dagirkeriyê bilind bibe.”

Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava bidawî bû.

HELEB

Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê konê çalakiyê li pêşiya navenda meclîsê veda. Li kon pankartên bi nivîsên "Bi yekdestî ji bo azadiya serok Abdullah Ocalan re rabin ser pêyan" û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan hatin daliqandin. Her wiha di kon de bi dehan malbatên şehîdan amade ne.

Çalakiyê bi xwendina daxuyaniyekê ji aliyê endama Meclîsê Zelîxe Qinbir ve dest pê kir. Daxuyanî wiha ye:

"Tevahiya cîhanê li hember Komploya Navneteweyî ku projeya neteweya demokratîk û rêber Abdullah Ocalan dike hedef, bê deng e.

Dewleta Tirk a faşîst bi serkêşiya Erdogan dixwaze bi rêya kiryarên xwe serdema Osmaniyan vegerîne û bi binpêkirina mafên mirovan dike, ji destgîrkirin, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û qedexeya dîtina parêzer û malbatên wî, hemû têgehên demokrasiyê binpê kirine.

Em wek malbatên şehîdan dibêjin kiryarên dewleta Tirk û karê ku dike, dikeve ser milê rêxistinên qaşo navê mirovahiyê û mafparêziyê li xwe dikin.

Di heft salên ji şoreşa Sûriyê û bi taybet Rojava de me dikaribû herêmên xwe ji terora DAÎŞ`ê rizgar bikin. Bi biryara Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê, gelek aloziyên civakî, siyasî û leşkerî li herêmê pêk hatin. Yek ji van aloziyan gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk in ku gelek destkeftiyên mezin pêk anîn.

Ji bo wê divê gelên li ser vê axê dijîn, bi tenê serkeftin û berxwedanê bixwazin.

Di dawiya de, em şêniyên Helebê û ji hemû hêz û saziyên navneteweyî re radigîhinin ku em ê li pêş siyaseta Tirkiyê bisekinin û bi hebûna hêzên me YPG`ê û YPJ`ê em ê nehêlin xeyalên wan pêk werin."

Tê payîn ku çalakî 2 rojan bi serdanên sazî û partiyên siyasî li taxa Şêxmeqsûd dewam bike.