Kampanya alîkariyê ji bo penaberên li Şehbayê

Navenda enformasyonê ya Jin Rabin Ser Piya, ji bo Efrîniyên piştî dagirkeriya Tirk neçar man li kampan bimînin, dest bi kampanya alîkariyê kir.

Navenda Enformasyonê ya 'Jin Rabin Ser Piya' ku di nava Kongreya-Star de dixebite, ji bo penaberên li Şehbayê dest bi kampanya alîkariyê kir. Navenda enformasyonê li ser kampanyayê daxuyaniyek da û bi bîr xist ku bi hatina zivistanê re şert û mercên li kampê girantir bûne.

Navendê ragihand, piştî ku dewleta Tirk Çileya 2018'an êrîş bir ser Efrînê, bi hezaran Efrînî neçar man ji bajêr derkevin û wiha dewam kir: "Di êrîşên dewleta Tirk de xaniyên şêniyên Efrînê hatin hilweşandin, bombe li mezintirîn nexweşxaneya Efrînê hate barandin û binesazî hate têkbirin. Hêzên dagirker mirovên sivîl revandin, êşkence li wan kirin û bi barbarî kuştin. Yên neçar man bajêr biterikînin, bi mehan e li kampên penaberan dimîninin."

SAZIYÊN ALÎKARIYÊ YÊN NAVNETEWEYÎ BÊDENG IN

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, rewşa kampan gelekî xerab e û hate gotin, beşek ji saziyên alîkariyê yên navneteweyî naxwazin biçin herêma Şehbayê, beşek jî nikarin biçin. Navenda Enformasyonê ya 'Jin Rabin Ser Piya' bi bîr xist, piraniya penaberan li binê konan dimînin û wiha dewam kir: "Penaber li binê konan dimînin, elektrîk nîne, mazot û ava vexwarinê kêm e. Civaka navneteweyî li pêşberî vê trajediya însanî bêdeng e. Lê belê, komek ji dilxwaz û aktîvîstên 'Jin Rabin Ser Piyan' di nava vê mehê de serdana kampên li Şehbayê kir. Di dema vê serdanê de hin pêwîstiyên lezgîn hatin tespîtkirin.

Alîkariya we wê bersivê bide pêdiviyên jiyanî yên wan mirovên ku her tiştên xwe ji dest dane. Hûn dikarin bi diyarî ya jî alîkariyeke biçûk dilê penaberên Efrînê xweş bikin û xwedî li wan derkevin. Dilxwaz û eylemci@starcongress ve @riseupforafrin niha bi penaberên Efrînî re ne. Bi rêya alîkariya we, wê pêdiviyên jiyanî ji penaberan re bên şandin.

Agahiyên ji bo alîkarîdayina ji penaberên Efrînî re li vê navnîşanê ye: