Cenazeyê Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Dêra Zorê Merwan hate veşartin

Welatiyên Qamişlo cenazeyê Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Dêra Zorê Merwan El-Fetîh bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Bi sedan welatiyên Qamişlo, tevî şandeyên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cenazeyê Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Dêra Zorê Merwan El-Fetîh ku 29’ê Kanûnê ji aliyê kesên çekdar ve li ser rêya Hesekê-Dêra Zorê hatibû şehîdxistin, bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Girseya gel cenazeyê şehîd Merwan El-Fetîh ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi kerwanekî ji sedan wesayîtan ber bi goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Reqayê Remedan Remedan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

‘HÛN NIKARIN ÎRADEYA ME TÊK BIBIN Û TÊKOŞÎNÊ BIDIN SEKINANDIN”

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed jî axivî û got; “Şehîd Merwan wê hertim di dil û mejiyê me de be. Şehîd Merwan yek ji damezrînerên Meclisa Sivîl a Dêra Zorê, lê nêzî gel bû û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û mîsogeriya azadiya gel bê westandin kar dikir, rexmî ku gelek caran rast gefan dihat. Hêzên dijberî berjewendiyên gel hertim têkoşeran dikin hedef, da ku îradeya me têk bibe û têkoşîna me rawestînin. Em peyamekê ji hêzên tarî re dibêjin hûn nikarin îradeya me têk bibin û têkoşîna bisekinînin."

Piştre Hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêra zorê Xesan Yûsif û li ser navê Meclîsa Zagonsaz a bajarê Reqayê Hisên Berces jî axivîn.

Piştî axaftinan nasnameya şehadetê ya Merwan El-Fetîh hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyên dayikan cenazeyê El-Fetîh li goristanê veşartin.