Şervanên QSD’ê li Hecînê dest danî ser rêjeyek cebilxane

Şervanên QSD’ê yên li herêmên Hecînê yên hatine rizgarkirin xebatên lêgerîn û paqijiyê dane destpêkirin, dest danî ser rêjeyek çek û cebilxaneyên DAÎŞ’ê.

Şervanên QSD’ê yên Qonaxa Dawî ya Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya li Hecînê dabû destpêkirin, dewam dike. Şervanên QSD’ê yên li herêmên kevin navbera Şefaa û Hecînê dest bi xebatên paqijiyê kirine, dest danî ser rêjeyek çek û cebilxaneyên çeteyên DAÎŞ’ê. Di cebilxaneya ketî destê şervanan de, bi hezaran gule, bi sedan guleyên çeka RPG û hewanan li gel çekên doşka û çeka BKC’ê hebûn.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku şerê li herêmê yê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de jî dewam dike.