Çûn sefera Minbicê, man ji Îdliba berê

Dewleta Tirk, ji bo dagirkirina Minbicê di nava Washîngton û Moskowayê de diçe û tê. Di rewşeke wiha de herêma Îdlibê ku dewleta Tirk garantorê wê ye, tevlîhev bû. Hewldanên êrîşî yên dewleta Tirk ên li ser Minbic û Erîmayê jî dewam dikin.

Piştî ku Serokê DYE'yê Donald Trûmp got, 'dema vekişîna ji Sûriyeyê hatiye', dewleta Tirk a ku di navbera DYE û Rûsyayê de diçe û tê, li Moskow-Washîngtonê dest bi hevdîtinên ji bo dagirkirina Bakurê Sûriyeyê kir. Minbic jî weke hedefa sereke danî ber xw. Dewleta Tirk ku li DYE û Rûsyayê dest bi danûstandinên dîplomasiyê yên ji bo dagirkirina Bakurê Sûriyeyê kiriye, medya xwe jî şand ser sînor û dest bi propagandayê kir.

Minbic kirin xala sereke ya rojeva xwe ya dagirkeriyê. Dewleta Tirk û komên wê yên cîhadîst, rojên dawî êrîşên tacîzê dibin ser bajarokê Erîma yê Babê û bakurê Minbicê. Dewleta Tirk pêr bi şev êrîşî gundê Boxazê yê bajarokê Erîma û gundê Ereb Heslen ê Minbicê kiribû. ANF'ê dîmenê rewşa dawî yê van her du gundan kişand.

XETA BAB-ERÎMA

Dewleta Tirk û çeteyên wê, pêr bi şev ji gundê Ûlaşli yê li bakurê rojhilat ê Babê êrîş birin ser gundê Boxazê yê Erîmayê. Piştî ku şervanan bersiv dan, çete neçar man xwe vekişînin. Gund ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Babê, Cebhet El Ekrad (Eniya Kurd) û artêşa Sûriyeyê ve tê kontrolkirin.

Bi gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re, Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta Sûriyeyê dest bi hevdîtinên dîplomatîk kirin û di encamê de li hev hate kirin ku Meclîsa Leşkerî ya Babê, Cephet El Ekrad û artêşa Sûriyeyê vê herêmê biparêzin. Çavdêrên Rûsyayê jî li herêmê hene.

XETA MINBIC-SACÛRÊ

Devereke din a ku dibe hedefa êrîşên tacîzê yên dewleta Tirk û komên wê yên çete, gundê Ereb Hesen e ku li bakurê Minbicê ye. Herêm ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve tê parastin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser êrîşên rojên dawî agahî da ANF'ê û diyar kir, êrîş car carna dibin û şervan jî bersiva wan didin.

Piştî ku dewleta Tirk û komên wê yên çete bi tevgera bi navê 'Mertala Firatê' Cerablûs ji DAÎŞ'ê dewr girtin, çemê Sacûrê weke sînorê navbera Minbic û Cerablûsê hatibû diyarkirin. Salek e dewlet Tirk û hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya DYE'yê li qiraxa çemê Sacûrê li dewriyê digerin. Berê bi serê xwe digeriyan, piştre jî bi hev re li dewriyê geriyan.

PROPAGANDA

Dewleta Tirk çend roj berê bi gotina 'operasyon dest pê dike' gelek çeteyên xwe ji Îdlib, Efrîn, Cerablûs, Bab û Ezazê ber bi sînorê Minbicê ve bir. Rêwîtiya ku tenê 2-3 saetan dewam dike bû 5 roj ku ji aliyê medya Tirk ve tê ragihandin. Hin komên weke Ehrar Şerqiye piştî ku çend rojan li ser sînor hatin sekinandin, berî di rojan vegeriyan.

BERÊ XWE DAN MINBICÊ, LÊ ÎDLIB TEVLÎHEV BÛ

Hewldanên dewleta Tirk ên li xeta Moskowa-Washîngtonê yên ji bo wergirtina destûr û destekê, dewam dikin. Di rewşeke wiha de, komên cîhadîst ên li Îdlibê bi hev ketin, ku Tirkiye li Astana û Soçiyê bûye garantorê wan. Komên di nava Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) de ku Cephet El Nûsra serkêşiyê ji wan re dike, berî du rojan êrîş birin ser komên ser bi çeteyên Nûreddîn Zenkî yên li bakurê rojhilat ê Îdlibê.

SEFERBERIYA LI DIJÎ EL NÛSRA

HTŞ'ê, Daret El Îzza ku bi 23'ê kîlometreyan li rojavayê Helebê ye û dewleta Tirk yekem nuqteya xwe ya çavdêriyê lê çêkiribû, ji Nûreddîn Zenkî stend. Komên ku dewleta Tirk bi her awayî destekê dide wan û bi navê 'Artêşa Rizgariya Sûriyeyê' li hev civandiye, li dijî HTŞ'ê seferberî îlan kirin û ketin nava liv û tevgerê. Gelek çete ji Efrîn, Cerablûs û Babê ber bi Îdlibê ve hatin şandin. Balkêş e, beşeke mezin a hêzên ku medya Tirk bi rojane dibêje 'sewqiyata leşkerî ya ber bi sînorê Sûriyeyê ve' li Hatay û Kîlîsê tên bicihkirin.

PIŞTÎ SERDANA MOSKOWAYÊ

Rayedarên Tirk heman piştî serdana li Moskowayê, wê hefteya bê serdana Washîngtonê bikin. Di vê navberê de balafirên şer ên Rûsya û Sûriyeyê, 4 roj in bombeyan li komên cîhadîst dibarînin ku li bejahiya Morekê ya li aliyê başûr û bejahiya bajarokê Cisr El Şuxur ê li başûrê rojava yê Îdlibê ne.

ŞÊWEYÊ GAVÊN NÛ WÊ ZELAL BIBE

Heyeteke Tirk a ji Wezîrê Karên Derve, Wezîrê Parastinê, Musteşarê MÎT'ê û berdevkê Erdogan, hefteya bihurî serdana Moskowayê kiribû û pêşniyar li Rûsyayê kiribû ku di berdêla beşek ji Minbicê de beşek ji Îdlibê radestî wan bike. Dewleta Tirk ji aliyê din ve jî bazarê bi DYE'yê re dike. Heyeteke dewleta Tirk wê 8'ê Çileyê biçe Washîngtonê. Beriya vê serdanê, tê payin ku Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya DYE'yê John Bolton bê Tirkiyeyê. Tê gotin, piştî van hevdîtinan wê şêweyê gavên nû yên dewleta Tirk ên li qada Sûriyeyê diyar bibe.