Li dijî gefên dewleta Tirk, çalakiyên gelê Minbic û Serêkaniyê didome

Welatiyên Minbîc û Serêkaniyê li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk di nava çalakiyan de ne.

MINBÎC

Gelê Minbîcê di dirûşmeya “Na ji dagirkeriya Tirk re!’ li Taxa El-Hezawne çalakiya nobetê dan destpêkirin.

Tevî bi sedan welatiyên Minbîcê, endamên saziyên Rêveberiya Sivîl û endamên Meclisa Jinan tevlî çalakiya nobetê bûne.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Minbîc û Gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo li konê çalakiyê axivî û go; “Baweriya gel û rêveberiya Minbîcê bi Meclisa Leşkerî ya Minbîcê heye” û bal kişand ser rola gelê Minbîcê di bersivdayîna destwerdanên derve de.

Hevserokê Komîteya Parastinê Qasim Remo jî axivî û got; “Divê hevgirtina civakî di asta herî jor de be. Rêveberiya siyasî û hêzên leşkerî yên Minbîcê tekane hêz in ku dikarin herêma xwe biparêzin û bi rê ve bibin.”

Her wiha ji rêveberên Meclisa Jinan a Minbicê Hale Hisên jî axivî û got; “Hemû planên têkbirina aştî û ewlehiya herêmê, wê têk biçin. Welatiyên Minbîcê bi hemû pêkhateyên xwe dikarin planên dagirkeriya Tirk têk bibin.”

Çalakiya nobetê didome.

HESEKÊ

Çalakiya mertalên zindî ya li Serêkaniyê jî didome.

Li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Serêkaniyê çalakiya mertalê zindî hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 14 de bi tevlîbûna ciwanên ji Qamişloyê didome.

Bi dehan ciwanan serdana konê çalakiyê kirin û li dijî gefên dewleta Tirk nerazîbûnên xwe nîşan dan. Li konê çalakiyê li ser navê Meclîsa Ciwanên Kantona Qamişlo Seyîd Mihemed axivî û got; “Roj, roja xwedîderketina li rûmet û şehîdan e. Divê em hemû li dijî gefên dagirkeriyê berxwedana xwe bidomînin.”

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî Fethila Hiso ku di çalakiyê de cih digire wiha got; “Em îro li konê berxwedanê ne ku ev kon biryardariya gelê me nîşan dide. Divê em bi xwe bawer bin ku em bûne modelek ji bo cîhanê. Baweriya ma bi projeya me xurt e. Projeya me biratiya gelan e û em dibêjin tu carî ev biratî nayê têkbirin.”

Çalakî bi aktivîteyên cuda didome.