Li dijî dagirkeriyê li Serêkaniyê meşeke heybet

Bi sedan kes li dijî êrîş û gefên dewleta Tirk a li ser Rojava li Serêkaniyê meşeke bi heybet hate kirin.

Meş ji ber mala gel a bajêr destpê kir û heta ber sinorê di navbera Bakur Kurdistan û Serêkaniyê berdewam kir. Di meşê de pankartên "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re", "Li dijî dagirkeriyê serîhildin", ala QSD/YPJ, YPG`ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Meş li ber konê çalakiya mertalên zindî ku ji aliyê şêniyên Serêkaniyê ve hatiye vedan veguherî mitîngê. Di mitîngê de ciwanan daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Ciwanên Şoreşger Mihemed Raşîd ve hate xwendin. Daxuyaniyî wiha ye;

"Em weke ciwanên Serêkaniyê ji ber gefên dewleta Tirk a dagirker di rewşeke hesas de derbas dibin. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker tu ferqê naxe navbera Kurd, Ereb û Suryanan.

Êrîşên wan li ser xaka Bakurê Sûriyê û Rojava ye û bi taybet Serêkaniyê ku dixwazin xaka me dagir bikin û îradeya gelê herêmê bişkînin. Îro jî komploya navdewletî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Ji ber ku ew li hemberî projeya Ocalan binketin, niha jî dixwazin bi tecrîdan fikrên wî dil bigirin.

Hemû dewletên dîktator ên faşîst bi navê dewleta Tirk a dagirker bi şev û roj dixebitin da ku komployên navdewletî li dijî tevgera azadiyê û gelê berxwedêr pêk bînin. Em weke Ciwanên Şoreşger heta dawiyê dê parastina ax û rûmeta xwe bikin. Ev yek jî dê dawiya dewletên dîktator û faşîzma Tirkiyê bîne.

Eger Erdogan ê kujerê zarokan êrîşî şoreşa Bakurê Sûriyê bike, dê têk biçin. Ji ber ku dê berxwedan bi serkêşiya ciwanan li tevahiya sînor li dijî dagirkeriyê bilind bibe.”

Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava bidawî bû.