QSD: êrişa çeteyan hate şikandin, 18 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê li ser êrişa artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Eyn Îsa û gundewarên wê daxuyanî da, ragihand ku êrişa çeteyan hate şikandin bi giştî 18 çete hatin kuştin, 10 jî birîndar bûne.

QSD’ê ragihand ku êrişa artêşa Tirk û çeteyên wê hate şikandin, topbarana li ser herêmê dewam e.

QSD’ê li ser êrişê û encamên wê ev agahî parve kir:

“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji roja 17’ê Adarê wir ve êrişên xwe li ser Eyn Îsa û rêya M4 zêdetir kirin. Çeteyên dagirker bi taybetî êrişê gundên Seida û Mealîk kirin û şervanên me bersivê wan êrişan dan. Di encama bersivdayinan de li rojên 18-19’ê Adarê şerê dijwar qewimîn.

Îro seherê di seet 05:00an de çeteyên dagirker bi awayek zêde bikaranîna teknîkê ve carek din êrişê gundên Seida û Mealîk kirin. Çete di encama bersivdayina tund ya şervanên me de neçar man ku paşve bikişin. Di şerê îro de ku ji seetên sibê ve qewimîne, li gundê Seida 10 çete hatin kuştin, li gundê Mealîk jî 8 çete hatin kuştin û 10 çete jî brîndar bûn. Topbaranên dijwar li ser herêmê berdewam dikin û di wan topbaranan de bi piranî herêmên sivîlan tê hedefgirtin.

Di şerê îro de 1 şervanê me şehîd ket û 3 şervanên me jî brîndar bûn. Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wê piştre were parvekirin.”