Dewleta dagirker bombe gundên Eyn Îsa û Şerayê barand
Dewleta Tirk a dagirker du gundên Eyn Îsayê û sê gundên Şerayê dan ber topbaranê. Li Eyn Îsayê şer qewimî.
Dewleta Tirk a dagirker du gundên Eyn Îsayê û sê gundên Şerayê dan ber topbaranê. Li Eyn Îsayê şer qewimî.
Li gorî agahiyan, dewleta Tirk a dagirker li gorî dema herêmî saet di 13:00 de topên hawanê avêt gundên Mişerfe û Seyda yên Eyn Îsayê.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bersiv dan êrişan. Li herêmê şerekî giran diqewime.
Dewleta dagirker di heman demê de gunden Meranaz, Malikiye û Siwarqa yên navçeya Şera ya Efrînê dan ber topan. Têkildarî êrişan agahiyên berfireh bi dest neketin.