Rêveberiya Xweser: Bi Berxwedanê em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Cejna Newrozê li gelê herêmê û bi taybetî li koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girkê Spî pîroz kir û teqez kir ku bi ruhê Newrozê û bi felsefeya berxwedanê ew ê herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi daxuyaniyekê Newroz pîroz kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Di dîrokê de, Newroz xwedî wateyên bi nirx e. Ev cejn sembolek dîrokî ji sembolên berxwedana li hemberî zilm, çewisandin û înkarkirinê ye. Newroz yekitî û hevgirtina gelan li hemberî zilmê raber dike. Gelê me û gelê herêmê mîrasa Newrozê diparêzin. Ji lew re ruhê ku Kawayê Hesinkar pê dest bi berxwedana Newrozê kiriye, rêya ber bi berxwedana ji bo azadiyê û rizgariyê ve ronî dike.

Sala borî ji ber bandora şewba Koronayê me nikarîbû pîrozbahiyan li dar bixin, ji bo wê wekî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em gelek êşiyan. Ruxmî ku pandemî hîna berdewam e û divê em baldartir bin û tedbîran bigirin jî, lê ruh û wateya Newrozê di hemû rewşên awarte de mîrasê me ye.

Nirxên Newrozê ku berxwedanê nîşan didin, heman nirx in ku yekitiya gelan û yekkbûna têkoşîna wan mayînde dikin. Ew nirx ji Newroza beriya bi hezaran salan ve û heta roja me ya îro dewam dikin. Kurdên ku rolek pêşeng di berxwedana Newrozê de lîst, îro jî bi heman performansê bi pêkhate û gelên din re hewl didin vê berxwedanê biparêzin. Îro em berhemên vê berxwedanê di rastiya rewşa herêmê de dibînin.

Ji bo vê em Newrozê li tevahiya gelê me û bi taybet koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pîroz dikin û em soz didin wan ku bi ruhê Newrozê û felsefeya berxwedanê, em ê herêmên dagirkirî ji dijmin û çeteyan rizgar bikin û serkeftinê pêk bînin. Em ê li wan herêman carek din meşaleya Newrozê bilin bikin.

Em soz didin gelê xwe ku em ê bi vî ruhî berdewam bikin û armancên şoreşa xwe yên azadî, demokrasî, edalet, wekhevî û yekitiya gelan pêk bînin.

Di dawiyê de, bi vê boneya dîrokî em bang li hemû hêzên ku yekitiya Sûriyê, yekitiya gelên wê û pêşeroja wê ya demokratîk ji xwe re girîng  dibînin, dikin ku bi hemû derfetan û bi awayekî cidî kar bikin da ku aloziya Sûriyê çareser bikin, ewlehî û aştiyê li herêmê û Sûriyê bi rêya lihevkirina pêkhateyên Sûriyê pêk bînin.

Di roja îro de pêwîstiya me bi hevgirtinê heye, em amade ne ku li ser rêgezên Newrozê ber bi Sûriyeyek demokratîk û azad ve bi rola xwe rabin.”