MSD û Rêveberiya Xweser li dijî dagirkeriyê daxuyanî dan

Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera dagirkirina Efrînê de daxuyanî da û got, “Dewleta Tirk Efrîn kiriye warê terorê.”

Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera dagirkirina Efrînê de daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de, MSD’ê îşaret bi sûcên qirkirina etnîk a li herêmê kir û got herêm veguheriye cihê kombûna tundraw û terorîstan.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin ku salvegera 10'emîn a serhildana gel li Sûriyeyê hemwextî salvegera 3'yemîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve tê û got: “Dagirkirina Efrînê ji bo qelskirina derfeta pêkanîna armancên ku gelê Sûriyeyê beriya 10 salan ji bo wan serî hildaye, pêk hat.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 sal e li hemberî şêniyên resen ên Efrînê siyaset û planên dijber dimeşînin. Piştî ku zêdetirî ji sedî 80 ji şêniyên herêmê dan koçberkirin. Her wiha bi awayekî sîstematîk siyaseta Tirkkirinê meşand, nasnameya herêmê û binesaziya wê ya mirovî guherand û herêm ji herêmên din ên Sûriyeyê qut kir. Li kêleka wê, rojane binpêkirin û kiryarên xirabkirinê yên neqanûnî û nerewa li Efrînê pêk tên.

3 salên berê, dagirkeriya Tirk çeteyên xwe berdan herêmê da ku sûcên herî hov li dijî gelên herêmê wekî dizîna mal û milkên wan û tengavkirina wan pêk bînin.

Tevî ku gelek aliyên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî qirkirina etnîk li Efrînê û hebûna çeteyan li wir, bi raporan belge kirin, lê hîna jî civaka navneteweyî li gorî rêgezên NY’yê û biryarên navneteweyî yên têkildarî rûmeta mirovan û rêzgirtina li serweriya welatan, helwesteke cidî negirtiye.”

MSD’ê di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê ku dewleta Tirk pê dagirkeriya xwe li Efrînê rewa dike, ne rast e. Ew bi wê yekê qanûnên navneteweyî yên mirovî û peymana Cenevreyê ya 4’an binpê dike.

MSD’ê her wiha bang li NY, Meclisa Ewlehiyê û Parlamentoya Ewropayê kir  ku helwesteke cidî bigirin û hebûna artêşa Tirk li bakurê Sûriyeyê wekî dagirkerî bipejirînin û wiha lê zêde kir: “Divê dagirkeriya Tirk bi dawî bibe, rewş wekî beriya dagirkirina Efrînê vegere, dewleta Tirk bê neçarkirin ku helwestên xwe yên dijminane li dijî gelê Kurd rawestîne û madeya 25’an a rêgezên NY’yê pêk bîne.

Her wiha bang li sekreterê giştî yê NY’yê kir ku komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe ava bike da ku der barê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê de lêpirsînê bike û vegera ewle ya şêniyên resen misoger bike, hemû biyaniyên li wir derxe û hemû rengên dagirkeriyê rake.

Di dawiya daxuyaniyê de MSD'ê bang li welatiyên Sûriyeyê kir ku dagirkeran ji xaka Sûriyeyê derxin û wê yekê bikin destpêk ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û bidawîkirina azarên gelê Sûriyeyê.

MSD: EFRÎN BI KOMPLOYEKE DI NAVBERA RÛSYA Û DEWLETA TIRK DE HATE DAGIRKIRIN

 Di vê derbarê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da raya giştî .

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de ev tişt hate diyarkirin:

“Efrîn bi komployeke navneteweyî di navbera Rûsya û dewleta Tirk de, hate dagirkirin. Amerîka, Koalîsyona Navneteweyî û aliyên din jî bê deng man.

Hebûna dagirkeriya Tirk hîna jî sedemeke kûrbûna aloziya Sûriyeyê ye ku 10 sal e dewam dike. Ev dagirkerî bi hemû derfetan parçebûna erdnîgarî û civaka Sûriyeyê xurt dike. Her wiha hewl dide nasnameya herêmên Kurdî yên resen bi rêya guhertina demografîk li Efrînê biguherîne û piştgiriyê dide çete û terorîstên ku bûne barekî mezin li ser Sûriyeyê.

Wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em teqez dikin ku Efrîn dê keleheke xurt ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kiriye, bimîne.

Dagirkirina Efrînê ne tenê li ser herêmê lê belê li ser tevahî Sûriyeyê xetereyeke mezin e. Ji ber ku Efrîn xwedî nirxekî manewî û dîrokî ye, em teqez dikin ku bêyî rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên dagirkirî, ne pêkan e ku em behsa ewlehî û îstiqrarê yan serkeftina şoreşa xwe bikin. Di heman demê de em bang li tevahî rêxistinên hiqûqî, mirovî, saziyên NY’yî û hêzên çalak ên li Sûriyeyê dikin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê bi rolek zelal rabin û bi berpirsyarî tevbigerin.

Her wiha em teqez dikin ku divê hêzên li hemberî dagirkirinê bêdeng mane bikevin liv û tevgerê, helwesta xwe zelal bikin û wekî şirîkê vê trajediyê û kiryarên xeter nemînin. Em destnîşan dikin ku guhertina demografîk, qirkirina sîstematîk li dijî Kurdên Efrînê û nasnameya Sûriyeyê ye. Em bi awayekî fermî banga avakirina komîteyek lêpirsînê ya bêalî dikin ji bo ku rastiya sûcên dewleta dagirkeriya Tirk li Efrînê û piraniya herêmê dagirkirî bibînin. Her wiha pêwîst e hemû sûcdar û di nav de raydarên Tirk li dadgehên navneteweyî bên darizandin.

Em bang li raya giştî ya cîhanê û saziyên civaka sivîl, kesên demokrat û aştîxwaz û saziyên azadiya jinan dikin ku bikevin nava tevgerê û li kêleka Efrînê bisekinin û rê li berdewamkirina sûcên li dijî şêniyên Efrînê bigirin. Li Efrînê hemû nirx tên binpêkirin. Destpêkê hin alî ketin liv û tevgerê, em spasiya hemû dostan û hêzên demokrat û aştîxwaz dikin ji ber ku helwestên zelal li hemberî destwerdana dewleta Tirk li Efrînê nîşan dan. Em piştrast dikin ku em bi wan re da ku em sûcên dagirkeriya Tirk eşkere bikin.

Berxwedana Efrînê dê bibe rêya ber bi rizgarkirina wê ve. Em ji bilî Efrîneke azad tiştekî din qebûl nakin. Em berxwedana berdewam çi li Efrînê dibe, çi jî li herêmên Şehbayê dibe, silav dikin. Gelê me yê koçber li hemberî hemû zehmetî û astengiyan disekinin û berdewana xwe di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de ji bo vegera bi rûmet li Efrînê, dewam dikin.

Berxwedana ku şervanên YPG û YPJ’ê meşandiye, xwedîderketina xurt a şêniyên Efrînê û fedakariyên ku pêşkêş kirine, mîrasa dîrokî ji bo gelê me û wan gelan e ku rûmet, vîn û pêşeroja xwe ya azad diparêzin. “

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew ê bi hemû hêz û derfetên xwe girêdayî kar û têkoşîna ji bo rizgarkirina Efrînê bin.