Şervanên QSD’ê derbên giran li baregehên dewleta Tirk dan

Hêzên QSD’ê ji gundên Seyda û Mîşêrfê yên Eyn Îsayê baregehên dewleta Tirk bombe dike.

Hêzên QSD’ê yên ku bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Eyn Îsayê dayî, ji gundên Seyda û Mîşêrfê baregehên dagirkeran dikin hedef. Di baregehên ku êrîş lê hatî kirin agir derket û dûman hîn bilind dibe.

Li aliyê din hate zanîn ku dewleta Tirk hinek navendên hikumeta Şamê jî bombe kir.

Bombardûmanên dewleta Tirk ên li dijî derdora Eyn Îsa, Rêya Bejayî ya M4 û li gelek gundan berdewam e.