Rêveberiya Minbîcê: Wê berxwedan Efrînê rizgar bike
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbîcê got, “Ciwan wê bi têkoşîna xwe dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê derxînin.”
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbîcê got, “Ciwan wê bi têkoşîna xwe dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê derxînin.”
Daxuyaniya rêveberiyê ji aliyê Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo ve hate xwend. Endamên sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê, rûspiyên herêmê li pêşiya avahiya rêveberiyê kom bûn û tev li xwendina daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “3 sal di ser dagirkrina Efrînê re ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve derbas bûn û hîn jî sûcên wê yên hovane li gel bêdengiya navneteweyî berdewam in. Dewleta Tirk tu rêzê ji qanûnên navneteweyî û mafên mirovan re nagire.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sûcên li Efrînê ji koçberkirin, guhertina demografiya herêmê, girtin, îşkencekirina şêniyan, destavêtin, talankirina şûnwaran, çewisandina çanda gelên herêmê pêk hatine, rêbaz û siyaseta dewleta Tirk a faşîst e ku armanc dike nasnameya xwediyên vê erdê qir bike û herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike.
Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku Efrîn beşek ji xaka Sûriyê ye û dê bi zendên ciwanên wê, bi têkoşîn û berxwedana wan a domdar a li li dijî destwerdana faşîst a li ser Efrînê, were rizgarkirin. Ji ber ku zarokên Efrînê nûnertiya Berxwedana Serdemê û sembola fedekarî û berxwedanê dikin.
Di daxuyaniyê de hat xuyakirin ku gelên herêmê wê bi vîneke xurt li ber xwe bidin da ku herêmên dagirkirî rizgar bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Em bang li tevahiya şênî û pêkhateyên Minbicê, hêzên navneteweyî, desteyan û rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku li hemberî gefên dewleta Tirk û siyasetên dijminane yên Erdogan, helwesta xwe zelal bikin.”
Di dawiya çalakiyê de, beşdaran sloganên silavkirina berxwedana gelên azad berz kirin.