Mala Êzidiyan a Helebê li taxa Şêxmeqsûdê li hev kom bû û têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da çapemeniyê. Koordînatora Mala Jinê ya Êzidiyan Ranya Cefer daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku Êzidiyan bi fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya çareserî û azadiyê dîtine, lewma ew hebûna wî, weke hebûna xwe dibînin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan civaka Êzidî ji nava ferman û komkujiyan rizgar kir û xist rewşeke welê, ku karibin xwe biparêzin.
Di daxuyaniya Mala Êzidiyan a Helebê de, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan hate şermezarkirin û bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî jî hate kirin, ku bi erka xwe rabin û zextê li dewleta Tirk bikin, ku rê bide, hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd re bê kirin.