Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku wan di salvegera 3'emîn a dagirkirina Efrînê de rêzeçalakî kirine.
Li gorî daxuyaniyê, çalakiyên ku HRE'yê kirin wiha ne:
"14'ê Adarê, li taxa Eşrefiyê a bajarê Efrinê li hemberî koma çeteyên dagirker a bi navê Sultan Murad çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de erebeyek hat rûxandin.
16'ê Adarê, li herêma Efrînê li hemberî çepereke çeteyan çalakiyek hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin û hejmareke din birîndar bû. Derbarê hejmara birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Heman rojê li bajarê Efrînê li ser rêya Cindirêsê hêzên me li hemberî benda kontrolê ya çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di encama wê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 5 çete jî brîndar bûn. Her wiha erebeyeke çeteyan hat rûxandin.
17'ê Adarê, di navbera leşkerên dagirker û yekîneyê me de şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de 2 hevalên me dîl hatin girtin, hevala me Rûken Zerdeşt jî di şer de birîndar bû û ji bo ku dîl nekeve destê dijmin bombeya xwe di xwe de teqand û gihaşt asta şehadetê.
17'ê Adarê, li taxa Mahmûdiyê a bajarê Efrînê hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete birîndar bûn.
18'ê Adarê, li herêma Efrînê hêzên me li hemberî baregehek artêşa dagirker çalakiyek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn."
'RÛKEN ZERDEŞT NÎŞAN DA KU JIYANA AZAD BI BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ DIBE'
Di daxuyaniyê de têkildarî Rûken Zerdeşt ev agahî hatin parvekirin:
"Hevrêya me Rûken Zerdeşt di nav malbatek Êzidî de mezin bû. Bi çand û rihekî welatparêz kesayeta xwe ava kir û hêrsa xwe ya li hember dijminê dagirker her roj geştir kir. Hevrê Rûken ku yekem şehîda yekîneyên Şehîd Avêsta ye, di kesayeta xwe de xeta azadiya jinê esas girt û bû şopdara Avêstayan. Hevrê Rûken di salvegera sêyemîn a dagirkirina Efrînê de car din îspat kir ku jiyana azad wê bi têkoşîn û berxwedana rûmetê mezin bibe û ji bo vê yekê di xeta şerê gel ê şoreşgerî de çi pêwîst bike wê were kirin. Çawa ku di Berxwedana Serdemê de sekna YPJ`ê di kesayeta Avêstayan de li tevahî cîhanê hat belavkirin, îro jî di kesayeta rêheval Rûken de bi şopdariya ramanên Karker û Avêstayan carek din diyar bû ku vîna mezin ya azadiyê wê dagirkeran bin bixe.
Nasnameya hevrêya me ya şehîd wiha ye:
Nasnav: Rûken Zerdeşt
Nav û Paşnav: Gulîstan Zuheyr Îbrahîm
Navê dayikê: Hesna
Navê bav: Zuheyr
Cihê jidayikbûnê: Efrîn-Şêrawa
Cih û dîroka şehadetê: Efrîn | 17 Adar 2021
Em di şexsê hevê Rûken Zerdeşt de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbatên şehîdan û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Bi vê boneyê soza azadiyê ku me daye gelê xwe û şehîdên xwe dubare dikin."