Sûcên şer ên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê kirine
Rêxistinên mafên mirovan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer ên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê kiribûn, ji raya giştî re eşkere kirin.
Rêxistinên mafên mirovan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer ên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê kiribûn, ji raya giştî re eşkere kirin.
Însiyatîfa Parastina Hiqûqî ya Sûriyeyê, Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jin li Sûriyeyê, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratîjîk (NRLS), Yekitiya Parêzerên herêma Cizîrê û Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê ya Sûriyeyê bi daxuyaniyekê sûcê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên di nava 3 salan de li Efrînê anîne, belge kir.
Daxuyanî li bajarê Qamişlo ji aliyê Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma ve hate xwendin.
Li gorî daxuyaniyê, di sala 2018’an de artêşa Tirk a dagirker bi sed hezeran şêniyên Efrînê an ku ji sedî 80 koçberî herêmên Şehba, bajarê Heleb, Til Rifet û kampên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine avakirin, kirin.
Der barê qurbaniyan de Evîn Cûma got, li gorî serjimariya 2018’an di encama topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê yên cîhadî de 498 sivîl jiyana xwe ji dest dan, ji wan 82 kes di bin îşkenceyê de, zêdeftirî 696 jî birîndar bûn, ji wan 303 zarok û 213 jin in.
Evîn Cûma bal kişand ser ziyanên ku gihiştine qada perwerdeyê û wiha domand: "Li gorî serjimariya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Efrînê, ji ber topbaranê 64 dibistan hatin hilweşandin. Beriya êrişên dewleta Tirk hejmara xwendekaran 50 hezar û 855 xwendekar û niha tenê 13 hezar in ku li herêma Şehbayê ne. Di heman demê de dewleta Tirk tevahî navendên perwerdeyê, di nav de Zanîngeha Efrînê girtin, hin jê veguherandin girtîgeh, baregehên leşkerî û navendên lêpirsînê. Her wiha meteryalên bi zimanê dayikê yên Kurdî betal kir û zimanê Tirkî li dibistanan ferz kir, ola îslamê li niştecihên mayî ferz kir ku ji aliyê komele û rêxistinên îslamî Tirkî yên hişk mîna (Desteya Alîkariyê ya Tirkiyê IHH, Rêxistina Qeter a Jinûve Avakirin Hêvî ya Jinên Bî, Komeleya Jiyana Bi Rumet a Taybet Bi Filîstînê 48, Komeleya, Abdullah El-Nûrî El-Kiwêtî û Komeleya Şebab El-Huda ) ve tê dayîn."
Têkildarî sûcên qetilkirin û revandinê ku di sala 2018'an de hatine pêkanîna, Evîn Cûma got: " Hejmara kesên revandî û wendayî 943 in, di nav de bi dehan ji ber îşkenceyê an jî bêyî dadgehkirin hatin infazkirin. "
Evîn Cûma li ser bîlançoya sûcên sala 2018'an got: "Bi dehan navendên aktîv yên tenduristî, perwerde û xizmetguzariyê hatin hedefkirin, 3 caran nexweşxaneya Avrîn hate hedefkirin, ambulansên Heyva Sor a Kurd dema ku birîndar vediguhestin hatin hedefkirin. Her wiha Stasyona Paqijkirina Avê a li gundê Matîna yê navçeya Şêra û ya li gundê Meydankê ji ber topbaranê ji xizmetê derketin, dewleta Tirk çeka avê bi kar anî da ku şêniyan neçarî koçberiyê bike."
Têkildarî sûcên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di sala 2019’an de pêk anîne, Evîn Cûma ev agahî da: "Zêdetirî 6 hezar kes hatin revandin, 500 kes li beramberî fidyeyê ji malbatên wan hatin berdan, 330 kes çarenûsa wan ne diyar e, 700 kes hatine îşkencekirin. Derbarê sûcên revandinê yên de yên sala 2019'an, 54 kes di girtîgehan de ji ber îşkenceyê hatin qetilkirin, 41 kes ji ber topbarana dewleta Tirk û komên cîhadî di nav de du rojnamevan hatin qetilkirin, 670 ji ber topbaran komên cîhadî û artêşa Tirk û hezar birîndar bûn, hezar û 760 kes ji ber mayîn û teqînên li herêmên ku sivîl di wan de dijîn, birîndar bûn. Di 2’yê Kanûna 2019’an de bajarê Til Rifetê yê 35 km dikve bakurê Helebê hate topbarankirin û kombûnên koçberên ji Efrînê hate hedefkirin, di encama wê de 8 zarok bi giştî 10 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 9 zarok , bi giştî 8 sivîl bi giranî birîdar bûn.
Li Efrînê 40 jin hatin kuştin, 128 jî birîndar bû û li dijî 60 keçên temen biçûk tundiya cinsî hate kirin . Bi giştî, 58 sivîl di nav de 9 jin hatin qetilkirin, 987 kes hatin revandin, 39 teqîn li herêmên ku sivîl di wan de dijîn pêk hatin û di encama wê de 170 birîndar û kuştî çêbûn."
Evîn Cûma behsa sûcên ku di sala 2020’an de hate kirin jî kir û diyar kir, 35 jin hatin revandin, 67 tundiya cinsî li dijî wan hate kirin di navde keçên temen biçûk, 5 sûcên zewicandina jinên û keçan bi darê zorê ve hatin belgekirin.
Her wiha diyar kir ku di her sê mehên destpêkê ji sala 2021’an de 153 sivîl hatin revandin, ji wan 15 jin û zarok, 15 sivîl ji wan 4 jin û zarok hatin kuştin, 3 hezar darên zeytûnan hatin qutkirin û 15 girên şûnwarî hatin talankirin û hilweşandi, 22 gundên êzidiyan ku nêzî 25 kes di wan de dijiyan rastî sûc û guhertina çandî û olî hatin.
Evîn got, ji ber êriş û topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê praniya niştecihên herêma Efrînê neçarî koçberiyê bûn û tenê nêzî 7 hezar kes di Efrînê de mane.
Evîn Cûma bal kişand ser sûcên li dijî xwazeyê û diyar kir ku zêdetirî 315 hezar dar hatin qutkirin, di nav de 300 darên bi teman, in û bazirganî bi wan hate kirin, zêdetirî 10 hezar hektar hate şewitandin.
Evîn Cûma li ser ziyanên ku dagirkeran gihandine xwezayî jî wiha got: " Zêdetirî 28 cihên şûnwarî hatin hilweşandin û talankirin di nav de spartgeha Eyn Dara, devera Nebî Hûrî, Gorisana Kêşe Marmarpn a li gundê Berad, 75 gir hatin kolandin û tiştên têde hatin dizîn û di sûkên Tirkiyê de hatin firotin, zêdetirî 15 cilên olî hatin hilweşandin û navê kolan, qad û cihên dîrokî hatin guhertin û navên kesayetên Tirkî û Îsalamî li wan hate kirin."
Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, desteya NY’yê, rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî hate "Dagirkirina dewleta Tirk ji xaka Sûriyeyê re bidawî bikin û wê weke dewleteke dagirker bi nav bikin, derfeftê bidin rêxistinên mirovî da ku derbasî Efrînê û der barê sûcên ku li dijî niştecihên sivîl têne kirin de lêpirsînê bikin, lêpirsîneke serbixwe vekin, sûcdarên ku navê Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê li xwe dikin û leşkerên artêşa Tirk radestî edaleta naventeweyî bikin ji ber sûcên şer lidijî mirovahiyê pêk anîne û bixebitin da ku niştecihên Efrînê li warêa xwe vegerin."