TEV-DEM: Ji bo azadiya Rêber Ocalan dakevin qada Newrozê
TEV-DEM'ê Newroz li gelan pîroz kir û bang li gelan kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî dagirkeriyê dakevin qadên Newrozê.
TEV-DEM'ê Newroz li gelan pîroz kir û bang li gelan kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî dagirkeriyê dakevin qadên Newrozê.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi wesîleya Newrozê daxuyaniyek da.
Daxuyaniya TEV-DEM'ê wiha ye:
"Em bi ruhê berxwedana Garê, Newroza îsal li tevahî gelê me yê Kurdistanê, gelên Mezopotamayayê, hemû pêkhateyên herêmê, malbatên şehîdên doza azadiyê û şervanên li eniyên rûmetê YPJ, YPG û QSD'ê hemûyan pîroz dikin.
Newroz di cewherê xwe de mîrasa rasteqîn a vîna yekîtiya gelên berxwedêr û têkoşer li dijî zilm, dîktatorî, Dehaqên serdemê yên xwedî zihniyeta qirker, înkarkirina çandan û nirxên exlaqî yên civakan e.
Agirê pîroz ê ku Kawayê Hesinkar pêxistiye, nîşaneya serketin, bidawîkirina dîktatorî, koletî û destpêkirina jiyana nû û jiyana azad bû.
Dîrok û mîrasa Newrozê dirêj e, kevntirîn û buhatirîn cejnên neteweyî ye ku xizmeta civakê û vîna gel kiriye. Bû çandeke pîroz a hemû pêkhateyên Mezopotamayê û heta roja îro jî berdewam dike.
Gelê Kurd ê berxwedêr bi saya qurbaniyên ku li dijî dagirker û zordestan dane, bi salan e ji çiyayan heta girtîgehan, ji bajaran heta qadên tevahî Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê Newrozê pîroz dikin.
Bi ruhê Newroza 2021'ê û bi rasthatina pêngava 'Dem Dema Azadiyê ye', em ê Newroza îsal bikin bingeha azadiya Rêber Apo, azadî û vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî; Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ên Sûriyeyê.
Em wekî TEV-DEM'ê bi gelê xwe û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bawer in ku wê bi çoşeke û serketina Garê ya lehengane tevlî pîrozbahiyên Newroza îsal bibin.
Bijî meşeleya Newrozê, sembola berxwedan û azadiyê."