QSD’ê ragihand ku li Eyn Îsa’yê 16 çete hat cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemenî ya QSD’ê têkildarê êrîşên ku li Eyn Îsa didomin daxuyaniyek da û diyarkir ku di tevahiya rojê de di encama pevçûnan de 16 çete hatine cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemenî ya QSD’ê têkildarê êrîşên ku li Eyn Îsa didomin daxuyaniyek da û diyarkir ku di tevahiya rojê de di encama pevçûnan de 16 çete hatine cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemenî ya QSD’ê têkildarî êrîşên li ser Eyn Îsa û bersivdayîna hêzên QSD’ê daxuyaniyek da. Hat diyarkirin ku di pevçûnên li tevahiya rojê de 16 çete hatine cezakirin û 2 şervanên QSD`ê jî şehîd bûne.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 19’ê Adarê de dest bi êrîşa li ser Eyn Îsa û derdora Rêya M4’ê kirine. Hêzên me di nêzî saet 11:00’an de bersiv dan êrîşên li dijî gundên Seyda û Mealîk. Bi destpêkirina bersivdayîna hêzên me re, di serî de 3 çete hatin kuştin. Di pevçûnên ku heta danê êvarê dewam kir de wesayîtek zirxî ya çeteyan ku tê de 13 çete hebûn hate rûxandin. Hejmara giştî ya çeteyên hatinî kuştin gihîşt 16’an.
Ji saetên sibehê ve hêzên dagirker bomberdûmana Eyn Îsa û derdora wê bi dijwarî didomînin. Di êrîşên li dijî wargehên sivîl de zarokek hat qetilkirin. Di şer de du şervanên me yên leheng şehîd bûn û yek jî birîndar bû. Agahiya nasnameya şervanên me yên şehîd wê paşê bi raya giştî re were parve kirin.
Bombebarana dagirkeran a li herêmê û pevçûnên di navbera hêzên me û çeteyan de hîn jî didome.”