Cenazeyê Mihemed Tahêr Osman hate veşartin
Endamê Hêza Ewlekariya Hundurîn Mihemed Tahêr Osman yê ji ber krîza dil şehîd bû, li Qamişlo hate veşartin.
Endamê Hêza Ewlekariya Hundurîn Mihemed Tahêr Osman yê ji ber krîza dil şehîd bû, li Qamişlo hate veşartin.
Bi sedan şêniyên bajêr berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Saroxan û cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Tahêr Osman veşart.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişloyê Elî Omer di merasîmê piştrast kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî dîrokeke tijî serkeftin in, bi hezaran ciwan ji bo parastina van destkeftiyan canê xwe feda dikin.
Piştre bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn fermandar Bahoz Elî sarsaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo avakirina îradeyek xurt her tim li ber xwe dide."
Bahoz destnîşan kir ku bi xwîna şehîdan û berxwedana wan gelê Kurd hebûna xwe li ser axa Sûriyê ji dijmin re îspat kiriye.
Piştre bi tilîliyên dayikan û dirûşmên silavkirina şehîdan, cenazeyê şehîd Mihemed Tahêr Osman spartin axê.
Şehîd Mihemed Tahêr di 1'ê Nîsanê 2013'an de tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûbû.