Li Minbîcê gel li dijî dagirkeriyê di Newrozê de hatin ba hev

Li Minbîcê bi hezaran kes li dijî dagirkeran peyama berxwedanê dan û li qada Newrozê hatin ba hev.

Bi hezaran şêniyên bajarê Minbicê û gundewarên wê berê xwe da gundê Toq Xelîl ê başûrê Minbicê da ku Newrozê pîroz bikin. Bi hezaran pêkheteyên Ereb, Kurd, Tirkmen û Çerkez bi cilên xwe yên neteweyî tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê Şehrîban Çawîş wiha axivî: "Em hemû pêkhateyên Minbicê bi rengên xwe li hev kom bûne û em agirê Newrozê pêdixin da ku rêya têkoşîn û berxwedanê dewam bikin."

Şehrîban Şawîş wiha domand: "Em ê bi hemû hêza xwe bixebitin da ku xebatên xwe pê bixin da ku welatê me bibe ji xweşiktirîn welatên cîhanê be, ku fikr û projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser wê dixemilîne. Evê bi yekitî û hevgirtina me weke pêkhateyan dest bi dest pêk were da ku dagirkeriya Tirk ji herêmê xwe derxin û xaka xwe ya dagirkirî vegerînin."

Her wiha bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevserokê Desteya Kar  û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî wiha got: "Me dixwest ku kêfxweşiya me temam be lê mixabin di demekê de dewleta Tirk Efrîn dagir kiriye, em Newrozê pêşwazî dikin. Bi rihê berxwedan û rihê Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin."

Paşê endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Cahid Hesen diyar kir ku Newroz ji zêdetirî 2 hezar û 630 rojî ve sembola azadî, berxwedan û wekheviyê ye, îro jî projeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk li ser felsefeya Newrozê hatiye avakirin, felsefeya ku nûnertiya îradeya azad û beşdarbûna civakê dike.

Şahiya Newroza 2021’ann li Minbicê didome.