Cenazeyê şervanê QSD’ê El Hûşî spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD’ê Samî El Hûşî (Baran Qamişlo), li goristana şehîdan a li Til Hemîsê spartin axê.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Samî El Hûşî (Baran Qamişlo), li goristana şehîdan a li Til Hemîsê spartin axê.
Şêniyê navçeya Til Hemîsê cenazeya şehîd Baran ê ku di 17'ê Adarê de şehîd bûbû, ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxa Enteriyê ya Qamişloyê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan goristana şehîdan a Til Hemîsê.
Di merasîmê de şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk merasîmeke leşkerî lidar xistin.
Piştre ji fermandarên QSD'ê Hecî Til Koçer axivî û sersaxî ji malbata şehîd û hevrêyên wî re xwest û wiha axivî: "Şehîd pêşengên me ne, wan di oxira parastina xak û gelê xwe de destanên lehengiyê nivîsandin.”
Hecî soza şopandina rêya şehîdan a heta pêkanîna serkeftinê da.
Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan jî endamê rêveberiya meclisê Abdullah El Cemîl axivî û diyar kir ku ew ê têkoşîn û berxwedanê dewam bikin.
Piştî axaftin bi dawî bûn, Hevserokê Meclisa Bajarokê Til Ehmed, Salih El Xelef wesîqeya şehîd Samî El Hûşî xwend û radestî malbatê kir.
Piştre cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re, hate veşartin.