Li dijî tecrîd û dagirkeriyê bi hezaran kes meşiyan
Li navçeyên kantoya Qamişloyê bi hezaran kes li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya Efrînê daketin qadan.
Li navçeyên kantoya Qamişloyê bi hezaran kes li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya Efrînê daketin qadan.
TIL BERAQ
Bi sedan şêniyên navçeya Til Birakê ya girêdayî kantona Qamişloyê û endamên PYD, Kongreya Star, saziyên tenduristiyê, Meclisa Malbatên Şehîdan û rûspiyên êlên Til Birakê xwepêşandanek li dar xist.
Xwepêşandêran bi sloganan dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir. Xwepêşandan li Çerxerêya Şehîdan rawestiya û hevseroka meclisa navçeya Til Birakê Emîna Xilêf axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê hemû cureyên sûc, tundî û qirkirinê li dijî şêniyan meşandin.
Emîna bang li gel kir ku li dijî kiryarên dewleta Tirk a dagirker rawestin û li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin û wiha domand: "Em ê li ser pêyan bin heta ku rewşa tenduristiyê ya rêber Ocalan eşkere dibe, ji ber ku doza rêber Ocalan dozeke neteweyî ye."
Endama Kongreya Star Rûsêl Remedan jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê destdirêjiyê li jinan dikin û tundiyê dimeşînin û got: “Armanca wan a sereke ji van sûcan ev e ku herêmên me bi dest bixin û gelê me qir bikin. Her wiha dagirkeriya xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfirehtir bikin."
GIRKÊ LEGÊ
Bi heman armancê, bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê xwepêşandanek li dar xistin.
Xwepêşandanê ji Qada Şehîd Xebat Dêrik dest pê kir û di sûka sereke ya navçeyê re dewam kir. Xwepêşandêran sloganên şermezarkirina dagirkirina Efrînê berz kir. Xwepêşandan li naverasta navçeyê rawestiya.
Li wê derê, endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Kelsûm Elî axivî û diyar kir ku 10 sal li ser aloziya Sûriyê re derbas bûn, ajandeyên hêzên derve alozî kûrttir kirin û dagirkirina Efrînê ya beriya 3 salan jî bi wê ve girêdayî ye.
AMÛDÊ
Bi dirûşma “Na ji dagirkeriyê re, dem dema rizgarkirina Efrînê ye” îro şêniyên Amûdê daketin qadan. Şêniyan dagirkirina Efrînê şermezar kir û xwest rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Ocalan yekser bê eşkerekirin.
Şêniyan ji Qada Jina Azad dest bi xwepêşanda xwe kir. Xwepêşandêran pankertên bi nivîsên “Na ji bêdengiya navneteweyî li hemberî qirkirina gelê Kurd re, bi rihê berxwedana şehîdan em ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin” û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û çiqilên zeytûnan hildan.
Her wiha sloganên silavkirina berxwedana Efrînê û “Bê serok jiyan nabe” berz kirin. Li Qada Şehîd Cîhad xwepêşandan veguherî mîtîngê û li wir Adil Mele Emîn bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk axivî. Mele Emîn dagirkirina Efrînê û tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û xwest ku yekser rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan bê eşkerekirin.
TIL HEMÎS
Bi vê boneyê, îro bi sedan şêniyên navçeyên Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina dagirkirina Efrînê xwepêşandaneke girseyî li dar xistin, her wiha xwestin ku rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan bê eşkerekirin.
Xwepêşandêr li pêşiya navenda Trafîkê kom bûn û ber bi Qada Şehîdan ve dest bi xwepêşandanê kirin. Xwepêşandêran wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Na ji dagirkeriyê re, dem dema rizgarkirina Efrînê ye” hildan.
Her wiha wêneyên zarokên Efrînê û nivîsên “Sûcên dagirkeriya Tirk li dijî şêniyên Efrînê rawestînin” hildan.
Xwepêşandêr di kolana sereke ya navçeyê re meşiyan û bi yekdengî banga rizgarkirina Efrînê û qewitandina dagirkeran ji hemû herêmên dagirkirî kirin.
Li Qada Şehîdan bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xalib El-Sedûn axivî, dagirkirina Efrînê şermezar kir û teqez kir ku ew ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin.
Hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Xalid El-Nayif jî got: “Em îro salvegera 3’emîn a dagirkirina Efrînê dijîn. Ew yek li gel bêdengiya navneteweyî, NY`yê û Meclisa Ewlehiyê pêk hat.”
Bi navê Kongreya Star jî Nahiye El-Hisên axivî û soz da şehîdên berxwedana Efrînê ku dê heta serkeftinê û vegera Efrînê ji xwediyên xwe re, li ser şopa wan bin.
Rûspiyekî eşîra El-Tufeyhîn Ehmed El-Esker jî bi navê qebîlên Ereban ên navçeyê got: “Efrîn û herêmên dagirkirî sedema israra me ya tolhildan û rizgarkirinê ne.”
DÊRIK
Li Dêrikê jî, ji bo şermezarkirina bêdengiya navneteweyî li hemberî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi sedan şêniyên bajêr daketin qadan.
Xwepêşandanê ji Qada Azadî dest pê kir û di kolanên sereke re dewam kir. Tê de dirûşmên silavkirina berxwedana şêniyên Efrînê hatin berzkirin û wêneyên zarokên Efrînê yên di êrişên dagirkeran de şehîd bûne, çiqilên zeytûnan û pankertên bi nivîsên “Dem dema rizgarkirina Efrînê ye” hatin hildan.
Li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan xwepêşandan veguherî mîtîngê. Li wê derê, hevserokê Meclisa PYD’ê li Dêrikê Mihemed Ebdulrehman axivî û dagirkirina bajarê aştiyê Efrînê şermezar kir.
Ebdulrehman teqez kir ku Efrîn dilê Kurdistanê ye û ew çiqasî fedekariyan bidin jî dev ji Efrînê bernadin û wiha domand: “Efrîn wê ji xwediyên xwe re vegere û wê vegera hembêza Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”