Kurd: Efrîn kirine cihê terora Tirk
Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveberinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd got, ''Dewleta Tirk Efrîn weke Efganîstanê kiriye hêlîna terorê.''
Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveberinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd got, ''Dewleta Tirk Efrîn weke Efganîstanê kiriye hêlîna terorê.''
Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveberinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd got, ''Dewleta Tirk Efrîn weke Efganîstanê kiriye hêlîna terorê.'' Têkilî tecrîda li Imraliyê jî got, ''Heta ku Rêber Apo azad nebe azadî mayinde nabe. Em ê têkoşîna xwe ya dijî tecrîdê geş bikin. Ji ber ku heta Rêber Apo azad nebe azadî wê mayinde nebe.''
Têkilî îdîayên li ser jiyan û tendiristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurd, diyar kir ev mijar li Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji bo her kesî mijarek hesas e, ''Hemû pêkhateyên gel rewşa têkilî Rêber Apo dişopînin. Ji ber ku derheqê tendirstiya Rêber Apo agahiyê nayê standin xemgîn in. Her kes vê meselê weke meseleya xwe dibîne. Kurd, Ereb, Sûryan û gelên din rewşa xwediyê projeya demokratîk a li Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji nêz ve dişopînin.''
Kurd bal kişande ser ku tecrîd dijî qanûnên navnatewî û mafê mirovan e, desthilata faşîst a Tirk di şexsê Rêber Apo de siyaseta qirker li ser gel û nirxên demokrasiyê dike û got, ''Ev siyaseta li dijî Rêber Apo li dijî nirxên demokrasiyê, li dijî gelê Kurd û vîna wê ye. Tecrîd û ev siyaseta sazkar, dibe sedema ku em têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo geş bikin. Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi her rêbazî wê têkoşîna xwe bidomîne. Çi siyasî, çi dîplomatîk, wê vê rewşê bike sedema geşkirina têkoşînê. Ji ber ku bêyî Rêber Apo azadî mayinde nabe. Em van kirinên li dijî Rêber Apo weke kirinên li dijî Rêveberiya Xweser û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê dibînin.''
Kurd diyar kir saziyên wan di serî de Efrîn ji bo deverên ku ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wan ve hatine dagikirkirin xebateke berfireh têkilî binpêkirina mafan û qirkirinê dikin, binpêkirin têne tespîtkirin û tomarkirin, teşîrkirin û bi raya giştî ya derve re têne parvekirin.
Kurd got, ''Têkoşîna hiqûqî tê dayin. Li Ewropayê li ser vê mijarê komîteyek hatiye danîn. Hete niha 2000 dosya teslîmî vê komîteyê hatine kirin. Ev dosya ji bo ku kesên berpirs werin darizandin dive bikeve ber destê dadgehên navnetewî. Berpirs komên terorîst in, an jî dewlet Tirk û rayedarên wan in ku bi kontrola wan û li ber çavê wan dibin.''
Komxebata Hiqûqê ya 2'yan a Efrînê beriya bi çendekê diyar kir ku dewleta Tirk 400 hezar kes ji herêmên din li Efrînê bi cih kiriye, têkilî vê Kurd got, ''Dewleta Tirk ji bo ku qira Kurdan bîne her tiştî dike. Li kûdera Kurdistanê be bila bibe dema ku rêxistiniyeke Kurd dibîne plana qirkirin û dagirkirinê sazkar dike'' û wiha domand:
''Qirkirina li Efrînê bi rengekî sîstematîk tê domandin. Her wiha ji bo ku ev bi asteke bilind bidome çeteyên nav DAÎŞ'ê, El Nûsra, yên li Dêrazor-Reqayê li dijî QSD'ê şer dikirin, piştî têkçûna DAÎŞ'ê reviyan Idlibê. Çûne herêmên ji hêla Tirkan ve hatine dagirkirin. Dewleta Tirk niha ji van koman piraniya wan li Efrînê bi cih kirine. Bi rêya van çeteyan ji bo ku qira gelê me bînni ev çete li Efrînê hatin bicihkirin.''
Kurd herî dawî wiha got: ''Dewleta Tirk îro Efrîn kiriye herêmeke ku teror lê tê hilberandin. Rêxistina terorê lê tê kirin, perwerdekirin û dişîninin welatên dijî dewleta Tirk. Heta bi Ewropayê têne şandin. Dişînin Rohilata Navîn û welatên Ereb. Dişînin hemû herêman û talokeyê tînin ser herêmê.''