Di salvegera 3'yemîn de gelê Efrînê û Şehbayê herikîn qadan
Bi hezaran gelê Efrîn û Şehbayê di salvegera 3'yemîn a dagirkirina Efrînê de daketin qadan û gotin;"bi ruhê berxwedana Garê û Serdemê em ê Efrînê rizgar bikin"
Bi hezaran gelê Efrîn û Şehbayê di salvegera 3'yemîn a dagirkirina Efrînê de daketin qadan û gotin;"bi ruhê berxwedana Garê û Serdemê em ê Efrînê rizgar bikin"
Bi hezaran gelê Efrîn û Şehbayê ji bo protestokirina dagirkirina Efrînê yê ku di sala xwe ya 3'yemîn de ye daketin qadan.
Meş ji destpêka bajaroka Fafînê ya Şehbayê dest pê kir û heya dibistana ajokariyê bi dawî bû. Di meşê de gel wêneyên şehîdên berxwedana Serdemê û şaxên zeytûnê hildabûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê endamê meclisa kantonê ya Efrînê Mihemed Ebdo nameya ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG') ji gelê Efrînê re şandiye, xwend. Di nameyê de YPG'ê berxwedana gelê Efrînê pîroz dibîne û dibêje em ê helbet Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin.
Di berdewamiyê de endama Konseya Rêveber a PYD’ê Hediye Yûsif axivî û wiha got: "Em hemû şehîdên ku di Efrînê de xwîna xwe dane bi bîr tînin û bejna xwe li beramberî wan ditewînin. Em spasiya hemû gelê xwe dikin, ji ber ku em ê encax bi rihê raperînê bikaribin tolhildana şehîdên xwe rabikin. Ji ber wê em ê her tim li ser piyanbin û li qadan bin heya ku em Efrînê rizgar bikin."
Di domandinê de jî rêveberiya Partiya Sûriya Pêşeroj Ibrahîm Qeftan axivî û di axaftina xwe de jî diyar kir ku ew bi navê Partiya Sûriya Pêşeroj dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar dikin. Her wiha da zanîn ku Efrîn bi destê Emerîka, Rûsiya, hikumeta Sûriyê û Tirkiyê ve hate dagirkirin ji ber wê jî em ji hemû aliyan hesabeke giran dixwazin.
Di dawiyê de jî li ser navê jinên Reqa Busyîne Şêx axivî. Şêx wiha got: "Em weke jinên Reqa bi hemû hezên xwe bi jinên Efrînê re ne û ji wan re dibêjin êşa we êşa me ye. Ji ber wê em ê bi hev re Efrînê ji destê dagirkeran rizgar bikin."