Li Eyn Îsayê di şer de 3 çete hatin kuştin, wesayitek hate îmhakirin
Hêzên Sûriyeya Demokratî (QSD) ragihand ku ji çeteyên Enqereyê yên êriş birin ser Eyn Îsayê 3 çete hatin kuştin.
Hêzên Sûriyeya Demokratî (QSD) ragihand ku ji çeteyên Enqereyê yên êriş birin ser Eyn Îsayê 3 çete hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 16 û 17'ê Adarê de êriş birin ser Eyn Îsayê.
Hate ragihandin ku çeteyan her wiha di 17'ê Adarê de êrişên bejahî li dar xistin û di saet 21:30'î de êrişî gundê Seyda kirin."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku şervanên QSD'ê bersiva êrişa çeteyan dan û şer derket.
Li gorî daxuyaniyê de "di wî şerî de 3 çete hatin kuştin û wesayîteke leşkerî hat rûxandin.
Piştre çeteyan êrişî gundê Mielek kir. Li wir jî di encama bersivdayina şervanên me de şer derket. Di wê şerî de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin.
Navendê diyar kir ku her du êrişên çeteyan vala hatin derxistin û çete neçar man paşde vekişin.
Piştî şer, gundên Seyda, Mielek, Cedîda û rêya M4 ji aliyê çeteyên dagirkeriya Trik ve heta seatên sibehê bi dijwarî hatin topbarankirin.