Çalakiya kon a li Kobanê didome
Çalakiya kon a Kobaniyan ji bo daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatî destpêkirin, bi tevlîbûnên girseyî di roja 3’yan de didom e.
Çalakiya kon a Kobaniyan ji bo daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatî destpêkirin, bi tevlîbûnên girseyî di roja 3’yan de didom e.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê ji bo eşkerekirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, bi dirûşma "Dem dema azadiya Rêber Apo ye", li Qada Şehîd Egîd a li bajêr dest bi çalakiya kon kirin. Çalakî di roja 3’yemîn de bi beşdarbûna endamên saziyan, navendên sivîl ên herêma Firatê û şêniyên herêmê didom e.
Bi dehan şêniyên herêmê, endamên meclisa navçeya Şêranê û Şaredariya Şêranê û ciwanên ji saziya ciwanan PYD'ê, îro di konê çalakiya nobetê de cih girtin.
Di çalakiyê de, beşdaran guhdarî perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî şerê gelê şoreşgerî û jiyana hevbeş, kirin.
Endamê rêveberiya Ciwanên PYD'ê ya şaxê herêma Firatê Mûrad Elo daxuyaniyek xwend û tê de wiha got: "Em tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan, hemû sazî û rêxistinên navneteweyî yên idîa dikin ku parêzvanên mafên mirovane, şermezar dikin. Ji ber ku Rêber Ocalan rêberê mirovahiyê ye û dewleta Tirk li gel bêdengiya navneteweyî mafê mirovan binpê dike."
Mûrad di dewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku Rêber Ocalan ji bo mafên jinan û mafên gelên azadîxwaz têdikoşe. Her wiha diyar kir ku heta rewşa tenduristiya Rêber Ocalan neyê eşkerekirin û tecrîda girankirî neyê rakirin, wê ciwan ranewestin.
Di dawiyê de bang li ciwanan û gelê Kurd kir ku li her derê tevlî çalakiyan bibin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê bikoşin.