Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo ragihand, dewleta Tirk û Serokê SMDK'ê Nasir El Herîrî bi rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) re komîteyek ava kirine, bi vî rengî wê peyamê didin ku 'sûcên tên kirin şexsî ne û wê bên cezakirin', halbûkî komîteya navborî ji serçeteyan pêk tê û got, li Efrînê kiryarên li dijî mirovahiyê zêdetir bûne.
Dagirkeriya li Efrînê kete sala 4'an. 612 mirov, bi êriş, revandin, êşkence û kiryarên mîna wan ên dewleta Tirk hatin kuştin. 303 jê zarok, 214 jê jin zêdeyî 696 Efrînî jî bi êrişên dagirkeran birîndar bûn. Li Efrînê di nava 3 salan de 214 mayin û wesayit hatin teqandin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, herî kêm 7 hezar û 457 Efrînî hatin revandin, aqûbeta zêdeyî 3.500 ji wan nayê zanîn. Di nava sê salên dagirkeriyê de derdora hezar jin hatin revandin, aqûbeta zêdeyî 400 ji wan nediyar e.
Hin ji wan bi temamî, 64 dibistan hatin xerakirin. Zêdeyî 315 hezar û 6500 darên zeytûnê û darên daristanê hatin birîn an jî şewitandin. Qada çandiniyê ya zêdeyî 12 hezar hektarî hate şewitandin. Sabûna li depoyan û genimê li Efrînê hatin dizîn û birin Tirkiyeyê. Zeytûn û zeyta Efrînê hatin talankirin. Di demsala 2018-2019'an de zeytûnên Efrînê birin Tirkiyeyê, li Hatayê li parzûngehan hatin bikaranîn û ji wir jî pêşkêşî bazara Ewropayê hate kirin.
28 qadên dîrokî, 78 girikên dîrokî, 15 mabed bi êrişên balafirên Tirk û di dema kolandina pêvajoya dagirkeriyê hatin hilweşandin. Berhemên dîrokî yên lê, birin Tirkiyeyê.
GUHERTINA DEMOGRAFÎ Û FERZKIRINA ÎSLAMIYETA SÛNÎ
Li gorî hejmarên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê; ji 20'ê Çileya 2018'an dema destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û pê ve zêdeyî 300 hezar Efrînî neçar man koç bikin. Dewleta Tirk çete û malbatên wan ji deverên cuda yên Sûriyeyê anîn û li Efrînê bi cih kir. Hejmara kesên niha li Sûriyeyê ne 400 hezar derbas kiriye. Beriya dagirkeriyê ji sedî 96 ê nifûsa wê Kurd bûn, lê niha daketiye binê rêjeya ji sedî 20'î.
Beriya dagirkeriyê li 23 gundên Efrînê û li navenda bajêr zêdeyî 25 hezar Êzidî hebûn, niha ev hejmar daketiye binê 5 hezar kesî. Li gundên Êzidiyan ên dîrokî, mîna Basûfanê, mizgeft hatin çêkirin û Sûnîtî li Êzidiyan hate ferzkirin.
Beriya dagirkeriyê li navenda Mabata ya Efrînê derdora 15 hezar Kurdên Elewî hebûn, lê hejmara Elewiyên li vê navçeyê daketiye binê hezar kesî. Ew jî neçar in xwe veşêrin. Malên gelek Elewiyan ên li Mabatayê jî piştî dagirkirinê kirine qursa quranê.
Beriya dagirkeriyê li Efrînê derdora hezar Xiristiyan hebûn, lê niha tenê çend mal mane. Zext li ciwanên wan hate kirin ku ji bajêr derkevin û tenê extiyar lê mane. Li ser yên mane jî Sûnîtî tê ferzkirin.
Tirkiye û Qatar sê sal in hewl didin Selefîtiya Sûnî lê bi cih bikin. Tirkiyeyê di karên olî de jî Efrîn bi Hatayê ve girê daye. Beriya dagirkeriyê li her gundekî Efrînê mizgeft tune bû. Li hin gundan Êzidî û Elewî hebûn. Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê niha li her gundekî Efrînê herî kêm mizgeftek çêkiriye, Civaka Ciwanan a Tirkmen û çeteyan li gelek deveran qursên quranê vekirine û dersên Selefî didin zarokan.
VEGUHERÎ NAVENDA QIRKIRINA JINÊ Û ETNÎKÎ
Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo anî ziman ku Efrîn beriya dagirkeriya dewleta Tirk bajarekî aştî, armaî, hilberîn, demokrasî û azadiya jinê bû, lê belê bi dagirkeriya Tirk re Efrîn veguherî navenda êşkenceyê, qirkirina jinê û paqijiya etnîkî.
Îbrahîm Şêxo got, "Li Efrînê komkujî, êşkence, revandina ji bo fîdyeyê, kuştina bi êşkenceyê, komkujiya jinan, destavêtina li jinê, talankirina xweza û dîrokê, bi her awayî kiryarên hovane rû didin. Li Efrînê qaşo meclîsên sivîl ava kirin, lê hemû pûç in. Ev meclîs hemû bi Walîtiya Hatayê ve girêdayî ne. Waliyê Hatayê dem bi tem tê û civînan bi wan re dike, polîtîkayên wan diyar dike. Li Efrînê revandin û destavêtina li jinan gelekî zêde ye. Li hezaran malbatî hate ferzkirin ku zarokên xwe yên keç hîn di temenê zarokatiyê de bi çeteyan bidin zewicandin. Bi hezaran jin hatin revandin û girtin. Aqûbeta 400 ji wan nayê zanîn."
DI KOORDÎNASYONA DEWLETA TIRK DE
Îbrahîm Şêxo ragihand ku ew bi gelek mirovan re axivîne yên piştî dagirkeriyê li bajêr man, lê dûre ji ber zextê neçar man ji Efrînê birevin. Îbrahîm Şêxo diyar kir ku li gorî daneyan hemûyan li Efrînê her tişt bi plansazî û koordînasyona dewleta Tirk têne kirin.
Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku li Efrînê sûcê li dijî mirovahiyê tên kirin û got, "Raporên navneteweyî jî balê dikişînin ser vê yekê. Dewleta Tirk ti carî guh neda vê yekê. Komîsyona Lêkolînên Sûriyeyê ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di Îlona 2020'î de raporek weşand ku tê de cih da sûcên ku çeteyên dewleta Tirk li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî dikin.
Piştî vê raporê li ser asta navneteweyî neazîbûn ji dewleta Tirk re hate nîşandan. Dewleta Tirk ji bo xwe 'paqij' nîşan bide, hin tişt kir. Di Cotmeha 2020'î de serçeteyê koma bi navê Koalîsyona Şoreşger û Muxalîf a Sûriyeyê (SMDK) Nasir El Herîrî çû Efrînê. Li wê derê çû serdana zindana Marateyê, çû gundê Basûfanê ku gundekî Êzidiyan e. Hin Kurdên extiyar bi zorê, bi tirsê derxistin pêşiya kamerayan. Ji wan re got 'em ê mal û milkên we li we vegerînin, ya hatiye kirin, tiştê şexsî ne'. Bêguman eşkere ye ku ev ne rast e. Hemû ji bo xapandina raya giştî ne."
KOMÎTEYA JI SERÇETEYAN
Îbrahîm Şêxo ragihand ku Herîî ji Efrîniyan re got ku ji bo lêkolînkirina sûcên çeteyan kirine 'komîte' ava kirine û got, "Ev komîte ji serçeteyan pêk tê. Ji 'polîsên leşkerî' yên Sûltan Mûrat, Cephet Şamiye Mûhammed Hamadîn, ji Cephet Şamiye ku li Efrînê dest danî ser zêdeyî 500 malan Nîdal Bûyanînî ji rêveberên vê komîteyê ne. Piraniya gel ji xwe zane ku ev komîte ji çeteyan pêk tê û tenê lîstikeke. Lewma serî lê nedan. Ev komîte tenê ji bo 'sererastkirina îmaja' dewleta Tirk û çeteyên wê li qada navneteweyî hate avakirin. Heta niha gleek mirov hatin kuştin, revandin, destdirêjî li wan hate kirin. Me heta niha nedît ku çeteyekî bi tenê jî hatiye girtin."
PIŞTÎ RAPORA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ, HOVÎTÎ ZÊDE BÛ
Îbrahîm Şêxo diyar kir ku piştî rapora Neteweyên Yekbûyî û serdana Herîrî ya Cotmeha 2020'î li Efrînê, zext û kiryarên hovane zêde bûn û got, "Berê hin kes ji malbatê dihatin revandin an jî girtin. Lê niha malbat bi temamî tê girtin. Mirovan direvînin û di berdêla pereyan de berdidin. Piştî avakirina komîteyê û vir ve êşkence û zext zêdetir bûn."
DIKIN BAJARÊ TIRK
Îbrahîm Şêxo qala hewldana dewleta Tirk kir ku hewl dide Efrînê bike parçeyek ji Tirkiyeyê: "Efrînê bi destê Walîtiya Hatayê bi rê ve dibe. Walî her meh tê bajêr. Li Efrînê meqamê xwe heye. Meclîs û çeteyên li bajêr komî ser hev dike. Ji bo wan plansaziyekê amade dike. Bi rêya van plansaziyan nîqaşa wê dikin ku çawa dikarin Kurdan ji bajêr derxînin. Planên xwe li gorî vê amade kirine. Perwerde û axaftina bi Tirkî ferz dikin. Em bala xwe bidin ser rewşa li Şiyê. Koma Sûltan Suleyman Şah li navçeyê serdest e. Fermandarê wê Ebû Emşa yekî gelekî nêzî Erdogan e. Heta niha dest daniye ser malên gelê Şiyê. Pereyan ji mirovan kom dike. Niha dixwazin 'nexweşxaneyekê', kampekê ava bikin. Bi vî rengî Şiyê qet naşibe navçeyeke Sûriyeyê. Li her derê wêneyên Erdogan, alên Tirk hene. Vî kesî bi hezaran kes bi çek kir û şand şerê Lîbya û Azerbaycanê. Dema ku kesên mîna wî jî vê yekê rexne dike, wan ceza dike. Çeteyên Tirkmen li Efrînê çi dixwazin, dikin. Her tişt ji bo wan serbest e. Tirkiye hewl dide li Efrînê nasnameya Sûriye û Kurdan bi temamî tune bike û bi rengekî mayinde bi xwe ve girê bide."
'DI HEMAN DEMÊ DE NAVENDEKE TERORÊ YE'
Îbrahîm Şêxo herî dawî anî ziman ku Efrîn bi dagirkeriya Tirk re veguheriye navendeke 'terorê' û wiha dewam kir, "Efrîn êdî di heman demê de navendeke terorê ye. Terorîstên ji tevahiya cîhanê li Efrînê kom kirine. Xwezaya Efrînê qetil kirin, gelê wê koçber kir, dest danîn ser malên wê. Her tişt pê kirin. Rewşa heyî ya Efrînê niha ji bo tevahiya cîhanê mîna gefekê ye. Çeteyan ji Efrînê dibin Lîbyayê, Azerbaycanê, her derê. Efrîn bûye navendek ku dewleta Tirk çeteyan lê perwerde û amade dike."