Şervanên QSD’ê baregeha herî mezin a Tirkiyê bombe dike
Şervanên QSD’ê baregeha herî mezin a dagirkeriyê ku 2 km dikeve bakûrê Eyn Îsayê, bi giranî bombebaran dike.
Şervanên QSD’ê baregeha herî mezin a dagirkeriyê ku 2 km dikeve bakûrê Eyn Îsayê, bi giranî bombebaran dike.
Şervanên QSD'ê mezintirîn baregehên dewleta Tirk a dagirker a li herêma Eyn Îsayê topbaran dike. Baregeh nêzî gundê Seyda yê 2 km dikeve bakurê navenda navçeya Eyn Îsayê ye.
Şerê di navbera şervanên QSD û çeteyên dewleta Tirk de ku seatên nîvro destpê kir, didome.