ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD'ê bîlançoya êrişên dewleta Tirk eşkere kir
QSD'ê li ser bîlançoya êrişên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsa û Girê Spî ku van 15 rojan hatin kirin, daxuyaniyek da. -
Li Efrînê herî kêm 21 kes hatin revandin, zêdeyî 500 darên zeytûnê hatin birîn
Dewleta Tirk a dagirker ji nîvê meha Adarê û vir ve herî kêm 21 kes li Efrînê revandine û zêdeyî 500 darên zeytûnê birîne. -
Dagirkeran bombe li Eyn Îsayê barandin
Dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li gundên li rojhilat û rojavayê Eyn Îsayê kir. -
Evîna Evraz bi helbestan temam dike
Mihemed Emîn Hesen pirtûka xwe ya helbestan, diyarî kurê xwe Evrazê ku di sala 2013’an de şehîd ketiye kir. Emîn Hesen got, “Evîna Evrazê min yê li hember şoreşê nîvco ma, min xwest evîna wî bi helbestan temam bikim.” -
Mihemmed: Divê êdî dewleta Tirk bê rawestandin
Alîkarê Hevserokên Meclîsa Girê Spî Fezea Mihemmed diyar kir ku dem hatiye êdî dewleta Tirk bê rawestandin. -
Li Şehba û Hesekê êrîşên dagirkirinê hate şermezarkirin
Li Şehba û Hesekê êrîşên dagirkirinê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re bi meşekê hate protestokirin. Di meşê de hate diyarkirin ku PDK’ê xiyanet li şehîdan kir û destkeftiyên gelên herêmê têk bir. -
Dewelta Tirk gundên Şehbayê topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker bi obusan gelek gundên girêdayî Kantona Şehbayê topbaran kir. -
Ciwanên Minbicî îxaneta PDK’ê û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Bi sedan ciwanên Minbicê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser çiyayên Kurdistanê û li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşeke girseyî lidar xistin. -
Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî dagirkerî û xiyanetê meşiyan
Şêniyên Efrîn û Şehbayê daketin qadan û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re meşiyan. -
TEV-DEM: Divê Êzidî ji metirsiya qirkirinê bêne parastin
TEV-DEM'ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir û got, "Divê Êzidî ji metirsiya qirkirinê bêne parastin." -
Mihemed Seîd Çolî: PKK têk naçe
Mihemed Seîd ê ku di sala 1980’an de PKK nas kir, diyar kir ku Şoreşa Rojava ya ku bi paradîgmaya PKK’ê hatiye avakirin wê têk neçe û got “Rêber Apo û PKK’ê, tarîtî veguherandin ronahiyê.” -
Li Reqayê êrişa bombeyî
QSD'ê ragihand ku li hemberî wesayiteke Meclîsa Leşkerî ya Reqayê êrişek hatiye kirin û di encamê de 2 endamên meclîsê birîndar bûne. -
Bi pîşeyê ji dayika xwe hîn bûye, neviyên xwe xwedî dike
Dayika Nazê ku pîşeyê dayika xwe nîv sed sal e dike, bi hatineya ji karên destan werdigire hem debara xwe dike hem jî li 6 neviyên xwe dinihêre. -
Koçer: Rejîma Şamê hewl dide bi birçîbûnê îradeya gel bişikîne
Hesen Koçer anî ziman, armanca ambargoya rêveberiya Şamê ya li ser herêma Kurdan a li Helebê ew e ku "Îradeya gel bi birçîbûnê bişikînin û teslîm bigirin." Koçer got, "Ev siyaset wê Sûriyeyê ber bi parçebûnê ve bibe." -
TKŞ: Banga bilindkirina têkoşînê li her kesê dikin
TKŞ’ê di daxuyaniya xwe ya têkildarê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê li ser Herêmên Parastina Medya dayî destpêkirin de diyar kir, “Li gel şervanên xwe ref bigirin. Em ê dagirkeriyê têk bibin, em ê biserkevin.” -
Malbatên Şehîdan: Li hemberî dagirkerî û xiyanetê Kurdistanê biparêze
Malbatên Şehîdan ên li Helebê bertek nîşanî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK’ê dan û gotin: “Li hemberî dagirkerî û xiyanetê Kurdistanê biparêze.” -
PYD: Em li hemberî êrişên dewleta Tirk helwest bigrin!
PYD’ê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek da û got, “Wê dîsa dewleta Tirk bin bikeve.” PYD’ê banga helwestgirtina li hemberî êrişan kir. -
Şêniyên Tirbespiyê û Girkê Legê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li dijî êrişên nû yên dewleta Tirk a dagirker li hemberî Qadên Parastina Medyayê danî destpêkirin, li navçeya Tirbespiyê û Girkê Legê yên Kantona Qamişloyê bi sedan kes daketin qadê. -
Gelê Efrîn û Şehbayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Gelê Efrîn û Şehbayê êrişên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê her dem piştgiriyê bidin gerîlayan. -
Hêzên Parastina Xabûrê nasnameya şehîdekî xwe ragihand
Hêzên Meclîsa Parastina Xabûrê ragihand ku şervanê wan Zeya Til Temir şehîd bûye û soz da ku wê herêmê biparêzin. -
Gelê Rojava: Li hemberî êriş û dagirkeriyê em bi gerîla re ne
Ji Efrînê heta Kobanê ji Qamişlo heta Dêrikê gelê Kurd nerazîbûn nîşanî êrişa dagirker a dewleta Tirk û PDK’ê da û gotin “Em bi gerîlayan re ne.” -
Dewleta Tirk a dagirker êrişî gundewarên Til Temirê dike
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi çekên giran êrişî gundewarên navçeya Til Temirê ya Hesekê dike. -
Çiya Kurd: MÎT û îstîxbarata Sûriyeyê bi hev re dixebitin
Bedran Çiya Kurd diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê bi plana xwe ya îmhaya Rojava dixwaze bi Şame re li hev bikin û got, "Bi van hevdîtinan dixwazin li ser dijberiya li hemberî Rêveberiya Xweser û Rojava li hev bikin." -
Dewleta Tirk careke din êrişî Zirganê kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî navçeya Zirganê topbaran dike. -
Li dijî Til Temirê êrîşên dagirkirinê
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gundên Qibûr Qeracna, Dirdara û Til Şenan bombebaran kirin.