TEV-DEM: Divê Êzidî ji metirsiya qirkirinê bêne parastin

TEV-DEM'ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir û got, "Divê Êzidî ji metirsiya qirkirinê bêne parastin."

Bi boneya cejna Çarşema Sor, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de TEV-DEM`ê Çarşema Sor li êzidiyan, rêber Abdullah Ocalan, gelên herêmê, şervanên li eniyên şer, gerîla, Yekîneyên Jinên Azad ên Star (YJA Star), YPG, YPJ, QSD, YBŞ û malbatên şehîdan pîroz kir û diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan bi rêya felsfeya xwe ya modern giyanê çand û dîroka ola êzidiyan a kevnar vejand.

TEV-DEM`ê destnîşan kir ku li gel ku gelên herêmê Çarşema Sor pîroz dikin, civaka êzidî ya berxwedêr a li Şengalê bi komployan re rû bi rû ye û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK û hikumeta Iraqê bê navber li dijî civaka êzidî li hev dikin, bi rêya avakirina dîwar dixwazin êzidiyan dorpêç bikin, wan tune bikin, destkeftiyên wan têk bibin û herêmê ji rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut bikin.”

TEV-DEM`ê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Em vê boneyê li hemû gelên herêmê, kêmneteweyan û êzidiyan pîroz dikin. Em bang li hêzên siyasî yên kurdistanî û rêxistinên hiqûqî û sivîl dikin ku vîn û destkeftiyan êzidiyan ên li Şengalê biparêzin û rê li pêşiya pêkanîna fermanên din bigirin. Êrişa hêzên Iraqê ya duh li dijî Asayîşa Êzîdxanê civaka êzidî dixe ber xetereya qirkirinê.”