Bi pîşeyê ji dayika xwe hîn bûye, neviyên xwe xwedî dike

Dayika Nazê ku pîşeyê dayika xwe nîv sed sal e dike, bi hatineya ji karên destan werdigire hem debara xwe dike hem jî li 6 neviyên xwe dinihêre.

Dayika 10 zarokan Nazê Eglî bi firotina rûyê bahlîfan, gore, kum û bi dirûtinê 6 neviyên xwe yên sêwî mane xwedî dike.

Dayê Nazê hîn 12 salî bû ku bala wê çûbû ser karên dayika wê. Ji dayika xwe dixwaze ku karê destan hînî wê bike. Tevî ku dayika wê nexwest hîn bike jî ji ber israra wê hîn dike.

Dayika Nazê ku li ber destê dayika xwe hîn dibe, dibêje "Dayika min nedixwest ku ez hînî karên destan bibim. Lê belê bi israra xwe min xwest hîn bibim. Min bala xwe da ser destê wê û carna jî bi xwe çêkir, bi vî rengî hîn bûm."

Dayika Nazê 50 sal in vî pîşeyî dike û mîna hunerekî lê dinihêre: "Kirin an jî nekirin di destê min de ye. Kengî dixwazim vî karî dikim. Li gorî pêwîstiyê û li gorî hêza xwe dikim."

Dayika Nazê anî ziman ku keda destan gelekî hêja ye, ew debara xwe bi vî karî dike û got, "Ta û tixika xwe dibim her derê. Ji ber ku karê desta ye jê hez dikim. Li ku dibe bila bibe bi hêsanî mirov dikare bike."

HÎN KEÇA XWE JÎ DIKE

Dayika Nazê got, ji bo karê detsan hem hînbûn hem jî sebir divê û anî ziman ku pîşeyê ji dayika xwe hîn bûye, hînî keça xwe ya biçûk dike.

Dayika Nazê li gorî daxwazê dixebite; firoşgehek nîne. Karekî carna du rojan diqedîne, qazaxekî ku ji bo mezinan be carna di nava 5 rojan de diqedîne.

HEM DAYIK HEM JÎ BAVÊ NEVIYÊN XWE YE

Kurekî Dayika Nazê beriya 5 salan di qezayekê de jiyana xwe ji dest da. Kurekî wê jî li zindanên Tirkiyeyê dîlgirtî ye. Li 6 neviyên zarokên xwe dinihêre: "Ez 2 zarokên kurê xwe yê şehîd bûye û 4 zarokên kurê xwe yê li zindanê xwedî dikim. Gelekî kêfxweş im ku neviyên xwe xwedî dikim û li wan xwedî derdikevim. Hebûna neviyên min li gel min mîna ku zarokên min li gel min bin. Ez kêfxweş im ku bi wan re me."