Koçer: Rejîma Şamê hewl dide bi birçîbûnê îradeya gel bişikîne

Hesen Koçer anî ziman, armanca ambargoya rêveberiya Şamê ya li ser herêma Kurdan a li Helebê ew e ku "Îradeya gel bi birçîbûnê bişikînin û teslîm bigirin." Koçer got, "Ev siyaset wê Sûriyeyê ber bi parçebûnê ve bibe."

Herêma Şehba û taxên Kurdan ên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê ve hatine dorpêçkirin, demeke di bin ambargoyê de ne. Ji ber ambargoya rejîma Şamê zêdeyî 500 hezar kesên li van herêman di nava şert û mercên giran de ne.

Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Heseen Koçer li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û hişyarî da ku gelê li van herêman dikare li hemberî rejîma Sûriyeyê rabe ser piyan.

Hesen Koçer anî ziman ku êrişên dema dawî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha dorpêçkirinê ne û got, "Ji xwe tê zanîn ku her devera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye dorpêçkirin. Ji Bakur dewleta Tirk, ji başûrrojhilat PDK û ji başûr jî rejîma Şamê dorpêç kirine. Yekane armanca ambargoya hikumeta Şamê ya li ser herêmên Kurdan ên li Helebê ew e ku bi rêya birçîbûnê dixwaze îradeya gel bişikîne û teslîm bigire. Bêguman ev siyaset ne cara destpêkê ye ku tê meşandin. Hikumeta Şamê heta niha gelek caran serî li vê rê û rêbazê da.

Hikumeta Şamê mirovên li wê derê weke welatiyên xwe nabîne, di asta duyemîn de nêzîkî wan dibe. Lê belê divê hikumeta Şamê vê baş zanibe; welatiyên Sûriyeyê hemû wekhev in, nikare ku weke ne mirovên vê xakê ne nêzî beşek ji vî gelî bibe. Ev siyaset şaş e û dikare Sûriyeyê ber bi parçebûnê ve bibe. Ji xwe hêrs û hestên tolhildanê yên gel wê zêde bibe. Li herêmên Helebê 500 hezar mirovên me hene, ambargoyeke bi vî rengî ya tund, rêgirtina li ber derbaskirina pêwîstiyên jiyanî siyaset e û desthilatdariya Şamê bi vê siyasetê dixwaze îradeya gel bişikîne.

Ji destpêka şoreşê ve siyaseta hikumeta Şamê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siyaseteke rast nebû. Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her tim ji bo çareseriyeke demokratîk û yekparebûna xaka Sûriyeyê siyaset meşandiye. Lê belê zîhniyeta desthilatdariyê ya Şamê her tim bi nêzîkatiyeke şoven û zîhniyeta berê helwest nîşan da. Eger zîhniyet bi vî rengî dewam bike, eger vê yekê li gelan ferz bike, ev rewş wê bi xwe re encamên gelekî xetere bîne."

Hesen Koçer bal kişand ser herêmên Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û got, "Vê rewşê ji xwe Sûriye parçe kiriye. Her çend bi rengekî fermî nehatibe ragihandin jî di pratîkê de parçe kirine. Ji ber ku li wan herêman sîstema dewleta Tirk tê bicihanîn. Waliyê dewleta Tirk bajaran birêve dibe. Her wiha pereyê dewleta Tirk li wir tê bikaranîn. Ev yek ji xwe parçebûn e. Her wiha siyaseta ku muxalefeta Sûriyeyê dimeşîne gelekî şaş e. Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve vê dikin. Siyaseta wan bû sedem ku xaka Sûriyeyê bikeve destê dewleta Tirk."

Hesen Koçer diyar kir ku ferzkirina ambargoyê li ser hin bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hewldana ji bo şikandina îradeya gel û terbiyekirina gel bi vî rengî bi temamî şaş e û siyaseteke xetere ye û got, "Sûriye wê êdî li dema sala 2011'an venegere. Bi hezaran mirov hatin kuştin, bi sed hezaran mirov koçber bûn, bajar hatin hilweşandin. Ji niha û pê ve meşandina siyaseta berê şaş e. Divê hikumeta Şamê êdî bi hêza aqil tevbigere. Ji ber ku Sûriye li ber parçebûnê ye. Hikumeta Şamê ya wê yekîtiya Sûriyeyê biparêze yan jî parçe bibe. Ji xwe dewleta Tirk di pratîkê de parçe kiriye. Eger hikumeta Şamê di vê siyasetê de israr bike, ev yek wê bi xwe re nijadperestiyê bîne. Eger li ser Helebê ambargoyê bimeşîne, eger 500 hezar mirovî birçî bihêle, mirov wê li dijî de bi hêrs bibe û serî li dijî te rake."

Hesen Koçer anî ziman ku cîhan ber bi guhertineke mezin ve diçe û got, "Lewma divê hikumeta Şamê baş li ser vê bifikire. Cîhan diguhere, dewlet diguherin û divê hikumeta Şamê aqlê xwe bîne serê xwe. Ev siyaset wê zerarê bide wê. Ev gel gelê berê nîne. Îrade û hêza xwe ya parastinê heye. Her tim ji me re vê dibêjin, 'hûn bi rojava ve girêdayî ne, bi koalîsyonê ve girêdayî ne û hûn dixwazin Sûriyeyê parçe bikin'. Me heta niha tiştekî bi vî rengî negot. Baş tê bîra min, di şerê Kobanê de em bi Sûriyeyê re axivîn, bi Rûsyayê re axivîn. Me ji wan re got, li dijî DAÎŞ'ê şer tê kirin, lê belê ti ji wan tevlî nebûn. Mîna ku ev der xaka Sûriyeyê nîne. Lê belê koalîsyon hat û got ku wê tevlî şerê dijî DAÎŞ'ê bibe. Yê ku koalîsyon anî em nîne. Ew berpirsyar in. Êriş li dijî Efrînê hate kirin, ew nebûn alîkar. Li ti cihî alîkarî nedan me. Niha rejîm li ser sînor e, lê belê dewleta Tirk ewqasî êrişan dike û ew jî bêdeng dimîne. Ev siyaset wê encameke nebaş ji Sûriyeyê re bîne. Dixwazim vê bêjim, ambargo bi kêr nayê. Berevajî wê Sûriyeyê di asteke cidî de parçe bike.

Divê êdî hikumeta Şamê vê fêhm bike. Siyaseta berê nabe. Niha ambargoya li ser Helebê wê bi çi rengî bi kêrî hikumeta Şamê bê? Berevajî wê gel li dijî hikumeta Şamê serî hilde. Divê hikumeta Şamê piştgiriyê bide xelkê Şêxmeqsûd. Şêniyên vê herêmê tenê bi vî rengî dikare ji Sûriyeyê, ji neteweya Sûriyeyê hez bike. Lê belê şêniyên Şêxmeqsûd niha li hemberî hikumeta Şamê gelekî bi hêrs e. Niha li pêşiya Sûriyeyê du rê hene; ya wê parçe bikin yan jî demokratîk bikin."