QSD'ê bîlançoya êrişên dewleta Tirk eşkere kir

QSD'ê li ser bîlançoya êrişên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsa û Girê Spî ku van 15 rojan hatin kirin, daxuyaniyek da.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe doh ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka Nîsanê ve êrişî li ser gundên Eyn Îsa û rêya M4 zêde kirine.

Li gorî QSD'ê, bîlançoya êrişan wiha ye:

"Li rojavayê Eyn Îsayê, dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundên Mieleq, Seyda, Cidîde, Kampa Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kir. Derdora 48 topên hewan, tank û topavêjan li herêmê ketin.

Her wiha gundê Mişêrfe yê bakurê bajarokê Eyn Îsayê rastî 13 êrişan hat û 63 top li herêmê ketin.

Dewleta Tirk a dagirker 9'ê Nîsanê gundê Erîda yê rojavayê Giê Spî bi 10 topan kiriye hedef û balafirên keşfê li herêmê geriyan.

Dewleta Tirk a dagirker gundên Um Beramîl, Hiwêce, Fatsa, Gazlî û Sakîro yên rojhilatê Eyn Îsayê 5 caran bi dijwarî topbaran kirin. Dewleta Tirk ew gund bi 40 topan, du bombeyên ronahiyê û rojane bi çekê doçka topbaran kir. Di 16'ê Nîsanê de gundê Gazlî topbaran kir û welatiyê bi navê Hesen Hemed El-Selame birîndar bû.”

QSD'ê ragihand ku dewleta Tirk bêdengiya hêzên garantor (Rûsya ku bi şerê li Ûkraynayê mijûl bûye û Emerîka) bi kar tîne û êrişên xwe yên li ser herêmê didomîne. Her wiha Rûsya nepêkanîna agirbestê ji aliyê dewleta Tirk ve paşguh dike.