Mihemmed: Divê êdî dewleta Tirk bê rawestandin

Alîkarê Hevserokên Meclîsa Girê Spî Fezea Mihemmed diyar kir ku dem hatiye êdî dewleta Tirk bê rawestandin.

Alîkarê Hevserokên Meclîsa Girê Spî Fezea Mihemmed êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û got, "Iraq di heman demê de endamê Yekîtiya Ereb e. Yekîtiya Ereb û dewletên Ereb divê li hemberî vê êrişkariyê helwestê nîşan bidin."

Fezea Mihemmed bi bîr xist ku êrişên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn, hucreyên razayî yên DAÎŞ'ê ketine nava tevgerê; girtina deriyên sînor li heman demê rast hatine û got, "Ji ber ku ev hemû di çarçoveya plan û komployekê de tên kirin. Çawa ku berê jî xwestin komployekê li ser Rêveberiya Xweser pêk bînin, îro jî planên xwe dewam dikin. Li hemberî van hemûyan em bi hêza gelê xwe li ber xwe didin. Dewleta Tirk hem xaka welatekî cuda dagir dike hem jî piştgiriyê dide çeteyan. Lewma divê hin pêkanîn lê bêne ferzkirin."

Fezea Mihemmed destnîşan kir ku ew ji ti gef û êrişên dewleta Tirk natirsin, serî li ber natewînin, wê xaka xwe biparêzin û diyar kir ku hêzên navneteweyî kiryarên dewleta Tirk ji nedîtî ve tên. Mihemmed got, "Dewleta Tirk li Sûriyeyê li pêşiya çareseriyê bû asteng. Çeteyan perwerde dike, bi rêxistin dike û hem dişîne vê derê hem jî dişîne Lîbya, Azerbaycan, Iraq û Sûriyeyê. Dewleta Tirk li her devera ku diçe kaosê çêdike, komkujiyan dike û li pêşiya çareseriya pirsgirêkan dibe astengiya herî mezin. Ji ber vê yekê divê dewleta Tirk bê rawestandin."

DIVÊ YEKÎTIYA EREB DAWÎ LI BÊDENGIYÊ BÎNE

Fezea Mihemmed bi bîr xist ku dema DAÎŞ'ê Mûsil dagir kir artêşa ıraqê ji Şengalê reviya û destnîşan kir ku gerîla temamiya herêmê parast.

Fezea Mihemmed ragihand ku dewleta Iraqê êdî însiyatîf winda kiriye û got, "Dewleta Tirk dikeva nava xaka Iraqê, bi dehan dagirkeriyê dike, lê dewleta Iraqê heta niha helwesteke şênber nîşan nedaye. Êrişa dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê di heman demê de êrişa li dijî me ye. Êrişa li ser gerîla tê wateya êrişa li hemberî me. Ji ber ku wan xaka me jî ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin. Dewleta Tirk ji deverên ku dagir kiriye ji ber xwe ve dernakeve. Li Sûriyeyê çi kiribe niha dixwaze li Iraqê jî bike. Careke din dixwazim bang li Yekîtiya Ereb bike; êdî li ber vê dagirkeriyê tiştekî bêjin. Iraq û Sûriyeyê weke pariyekî pêşkêşî dewleta Tirk nekin."