Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya Emerîkayê û hevkariya PDK’ê û dewleta Iraqê êrişa li dijî Herêmên Parastina Medyayê pêk tîne.
Berfirehiya daxuyaniya TKŞ’ê bi vî rengî ye:
“Dewleta Tirk a mêtînger di 17’ê Nîsanê de êrîşên xwe yên li dijî Herêmên Parastina Medya dijwartir kir û dest bi êrîşên nû yên dagirkeriyê kir. Ev êrîş bi piştgiriya Emerîkayê û bi hevkariya PDK’ê û dewleta Iraqê pêk tên.
Dewleta Iraqê, PDK û Tirkiyeyê bi alîkariyên Emerîkayê bi Peymana 9’ê Cotmehê dest bi êrîşên tunekirina Şengalê û herêmên gerîla kiribûn. Di rojên dawî de dewleta Iraqê û PDK’ê dest bi avakirina dîwarê mêtîngeriyê kirin. Ev dîwar bi awayekî şênber nîşan dida ku hêzên paşverû wê dest bi êrîşên nû bikin. Dîsa dema ku li Zap, Avaşîn û Metîna êrîşên dewleta Tirk a faşîs dest pê kirin, dewleta Iraqê jî êrîş bir ser Asayişa Xanesorê. PDK’ê berî êrîşê bi rojekê çû qesra dîktator Erdogan û soza xulamtiya xwe dubare kir. Dema ku êrîş dest pê kirin jî hêzên xwe şand alîkariya dewleta Tirk a mêtînger.
Bi vê pêvajoyê re êrîşên dewleta Tirk a faşîst li Rojava jî dijwartir dibin. Li Zirgan û Eyn Îsayê hêzên dagirker êrîşên xwe zêdetir dikin. Dewleta Sûriyeyê jî li herêmê tevliheviyan derdixe, dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Şehbayê girantir dike, bi îstîxbaratên Tirkan re rûdinê û dixwaze ewlehiya herêmê xerab bike. Ev wêne nîşan dide ku êrîşên dest pê kirine bi hêzên herêmê yên paşverû re hatiye plansazîkirin û planeke berfireh e.
Dewleta Tirk a mêtînger ji şeva 23’ê Nîsana 2021’an ve êrîşên dagirkirina Zap, Avaşîn û Metîna didomîne. Lê biser neket! Di Garê de çawa ku bin ketin di Zap, Metîna û Avaşîn de jî bin ketin. Her wiha di eniyên Til Temir, Zirgan û Eyn Îsayê de jî bin dikevin. Ev êrîş wê dawî li rejîma faşîst a dîktorê Erdoxan û hevkarên wî bîne. Îro hemû hêzên faşîst, dîktator û paşverû li hemberî şoreşgeran bûne yek. Pêwîst e hemû hêzên şoreşger, sosyalîst, demokrat, aştîxwaz û azadîxwaz jî li hemberî vê êrîşkarî û paşverûtiyê bibin yek. Em weke Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) bang li hemû welatparêzan dikin, ji bo Kurdistana Azad, ji bo Şoreşa Rojava, ji bo têkoşîna bindestan rabin ser piyan û li hemberî vê rûreşiyê derbikevin, li gel şervanên xwe ref bigirin. Em ê dagirkeriyê têk bibin, em ê biserkevin.”