Mihemed Seîd Çolî: PKK têk naçe

Mihemed Seîd ê ku di sala 1980’an de PKK nas kir, diyar kir ku Şoreşa Rojava ya ku bi paradîgmaya PKK’ê hatiye avakirin wê têk neçe û got “Rêber Apo û PKK’ê, tarîtî veguherandin ronahiyê.”

Mihemed Seîd diyar kir ku tevgera PKK’ê ya ku tevkariyên mezin li civaka Kurdistanê kiriye, rastî êrişan tê û got “Ji roja ku tevgera PKK’ê derketiye û heta niha li ser wê êrişên hovane çêdibû. Dixwestin derbê li fikr û îdeolojiya wê bixin lê bi ser neketin. Wê PKK van hemû êrişan pûç bike û bigihêje serfiraziyê.”

Mihemed Seîd Çolî yê ji Amûdeya Rojava qala naskirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Mihemed Seîd diyar kir wî cara pêşîn li Şamê têkoşîna azadiyê nas kiriye û got “Di sala 1981’an de qala komeke bi navê ‘Telebe’yan dikirin. Hatibûn Şamê. Dema ez çûm Şamê min dît pirtûk û nivîs ji Tirkî wergerandine Kurdî. Min got kê ev kiriye. Diyar kirin ku Apoyiyan ev kirine. Hinek ji wan li Amûdê dixebitîn. Min ew nas kir. Bi vî awayî min gelek heval dît û nas kir. Bi wan re çûm serdana malbatan û min ew bi gel dan naskirin. Heval Sabrî, Kemal, Hogir û gelek hevalên din hebû. Dema min ew nas kir, ez jî tevlî xebatan bûm.

PKK GOTIN Û KIRINA WÊ YEK BÛ

Berê Berzanî û partiya wan hebû. Ligel ku derbarê Kurdbûn û Kurdistanê diaxivin jî di warê pratîk de li holê tiştek tunebû. PKK jî gotin û kirina wê yek bû. Di her warî de ev tişt îspat dikir. Helwest, jiyan û tevgera PKK’iyan ji bo me dibû perwerdehî. Me di fikr û îdeolojiya wan de xwe didît.”

Mihemed Seîd diyar kir piştî ku PKK’ê kongreya xwe ya avabûnê li dar xist êdî medyaya dinyayê wêneyê Rêber Apo par ve dikir û got “Dema ku ez di nav xebatan de bûm hevalekî got tu dixwazi em te bişînin ba Rêbertî. Ji bo min dîtina Rêbertî xeyal bû. Em bi hev re ji Amûdê çûn Qamişloyê, ji wir jî bi otobusê çûn Şamê. Me çend mal guherand. Li wir mala gel hebû, hate gotin wê Rêbertî were wir. Ez li ser kursiyeke darînî rûniştibûm pişta min gelekî diêşiya. Dema ku Rêbertî hat, êdî min êşa xwe ji bîr kir. Wî qala şerê li Bakurê Kurdistanê, koçberkirina gel, rewşa Kurdan, tevgera azadiyê çawa hat Lubnanê û helwesta kesan kir.”

‘WEKÎ KU MIROV XWE GIHANDIBÛ RONAHIYÊ’

Mihemed Seîd diyar kir piştî ku wî PKK nas kiriye di jiyana wî de pêvajoyeke nû dest pê kiriye û got “PKK fikr, îdeolojî û jiyaneke nû bû. Wekî ku mirov ji tarîtiyê derkeve ronahiyê. Em îro jî bi fikr û felsefeya Rêber Apo dijîn. Piştî ku ev vegeriyam ji min re digotin tu çûyî Hecê. Me ji hemû kesan re qal dikir.Wan jî dixwest Rêber Apo bibînin. PKK’ê di nav civakê de dewlemendiyeke siyasî û çandî derxist holê.”

‘EV TEVGER TÊK NAÇE’

Mihemed Seîd Çolî diyar kir Şoreşa Rojava ya di sala 2011’an de derketiye holê, ku bi paradîgmaya PKK’ê hatiye avakirin û got “Fikrên Rêber Apo em anîne heta îro. Gelê Rojava tu carî qehremanî û fedakariya xwe kêm nekir, lê tişta ku rê li ber şoreşê vekir PKK û fikrên Rêber Apo bû. Heke ne ji PKK û fikrên Rêber Apo bûya, em ê nehatine heta vir. Ji roja ku tevgera PKK’ê derketiye û heta niha li ser wê êrişên hovane çêdibû. Dixwestin derbê li fikr û îdeolojiya wê bixin lê bi ser neketin. Wê PKK van hemû êrişan pûç bike û bigihêje serfiraziyê.”