Ciwanên Minbicî îxaneta PDK’ê û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Bi sedan ciwanên Minbicê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser çiyayên Kurdistanê û li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşeke girseyî lidar xistin.

Îro bi sedan ciwanên Minbicê ji bo şermezarkirin êrîşên dewleta Tirk yê bi alîkariya PDK ê ya li ser Çiyayê kurdistanê û Bakur û Rojhilatî Suriyê pêk tîne, meşeke girseyî lidar xistin. Meş ji navenda Ciwanên Şoreşger a Minbicê destpêkir û heta qada Mîzan ya li navenda bajêr dom kir.

Li wir ji bo daxuyaniyê ciwan meşa xwe rawestandin. Beriya daxuyanî bê dayin ji bo giyanên Şehîdên rêya azadiyê deqeyekê rêz hat girtin.

Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Ehmed El Cimîlî daxuyanî da û gotî “Ew êrîşên ku li ser çiyayên azad diqewime, em şermezar dikin, li vir li bajarê Minbicê ku bi saya keda şehîdan gihiştiye vê astê û ji terora herî mezin a li ser rûyê cîhanê hatiye rizgarkirin, em vê êrîşê ku li çiyayên Kurdistanê diqewime şermezar dikin.”

El Cimîlî her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk ne cara yekem û duyeme ku li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li çiyayên Kurdistanê şer dike, lê vê carê ne tenê dewleta Tirk ya dagirker, PDK jî di vî şerî de beşdar bûye. Ji bo tunekirina biratiya gelan û ew têkoşîna ku gêrîlayên azad li çiyayan birêve dibin dixwazin van destkeftiyan tune bikin.”

Di dawiyê de El Cimîlî ev tişt anî ziman, “Ew dixwazin va destkeftiyên ku hatinî çêkirin tune bikin, ji ber wê em wek ciwanên Minbicê em ê her tim li hemberî wan bisekinin.”