Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî dagirkerî û xiyanetê meşiyan

Şêniyên Efrîn û Şehbayê daketin qadan û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re meşiyan.

Ji şêniyên Efrîn û Şehbayê bi hezaran kes li gundê Til Qerah ê navçeya Ehrezê ya Şehbayê li hev civiyan.

Girseya gel bi dirûşmên "Hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk re xiyanet e", "Em li hemberî xiyaneta PDK'ê bi ruhê yekîtiya neteweyî têbikoşin", "Bimire xiyaneta PDK'ê" mşeiya û berê xwe da Kampa Serdemê ya li gundê Til Sûsinê.

Di meşê de alên PKK'ê û pankartên li dijî xiyaneta PDK'ê hatin hildan.

Li Kampa Serdemê piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, Endamên Sazî û Meclîsan axivîn.

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Xelîl Îso, bi navê Rêveberiya Kantona Efrînê Şaziya Îbrahîm û bi navê Şaredariya Herêma Efrînê Mihemed Şêxo axivîn.

Qisekeran diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker û PDK di hemû şerên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîla kirine, têk çûne û got, "Me berê jî helwesta xwe nîşan da: Zarokên gelê Kurd li çiyayên azad e, em ê her tim li pişta zarokên xwe bin. Dema ku mala Barzanî derbasî gel Erdogan bû, wê demê perspektîfa xwe ji Erdogan wergirt."

Qisekeran destnîşan kirin ku dem dema rûmet û azadiyê ye.

Piştî axaftinan, bi rengekî sembolîk dadgeha gel hate çêkirin û tê de Mesûd û Mesrûr Barzanî û Erdogan hatin mehkûmkirin.