ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Malbatên Şehîdan ên Kobanê: Rojek bi êş e, lê em serbilind in
Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan bi wesîleya 25’ê Nîsanê Roja Şehîdan, hemû şehîdên azadiyê bibîr anîn û diyarkirin ku Rêveberiya Xweser bi keda şehîdan hat avakirin. -
Di êrîşa dagirkeriyê ya li ser Girê Spî de kesekê jiyana xwe ji dest da
Di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser bejahiya rovajayê Girê Spî de kesek ku bi giranî birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. -
Dagirker bi dijwarî Şehbayê bombebaran dikin
Dewleta Tirk a dagirker gundên Til Madiq, Şêx Îsa, Minix, çiyayê Nayêf û hawîrdora Bendava Şehbayê bi dijwarî bombebaran kir. -
Artêşa Tirk gundên Girê Spî û yên Şerayê bombebaran dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê gundên rojavayê Girê Spî bi dijwarî bombebaran kir, tê gotin birîndar hene. Her wiha dagirker di van kêliyan de bombe li gundên Şerayê jî dibarînin. -
Rêveberiya Xweser hemû şehîdên azadiyê bibîr anî
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya 25'ê Nîsanê Cejna Şehîdan peyamek nivîskî weşand. Rêveberiya Xweser hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî got, “Şehîd nirxê manewî û wateyên mezin ên fedekariyê temsîl dike.” -
Gerîlayê HPG’ê Hazim Nofel li Til Koçerê hate bîranîn
Ji bo gerîlayê Ereb Hazîm Nofel ê ku di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê de şehîd bibû, li Til Koçerê merasîmeke girseyî hate lidarxistin. -
Şêniyên Kobanê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
Şêniyên bajarê Kobanê ji bo sê şervanên YPJ'ê yên di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn meşeke girseyî lidarxistin. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Macid Ebdullah dema li ser erka xwe bû, şehîd ket. -
Balafira bêmirov a bi çek li Eyn Îsayê li wesayitekê xist
Dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov a biçêk li rojhilatê Eyn Îsayê li ser rêya gundê Ûm EL Beramîlê li wesayitekê xist. -
Ermenên Rojavayî: Şoreşê firsendeke dîrokî da me
Ermenên ku beriya 107 salî hatin qirkirin, îro li Qada Şoreşa Rojava ji meclîsên civakî heta bi rêxistiniyên leşkerî di her qada şoreşê de hene. Ermen dibêjin ku şoreşê firsendeke dîrokî daye wan. -
Emîne Bekir: Em ê heta azadiya tevahiya Sûriyeyê bênavber têbikoşin
Emîne Bekir li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker rabû û got, ew ê her tim li ser xeta azadiyê têbikoşin, heta ku ew Sûriyeyeke demokratîk û azad ava bikin. -
Dayikên Şêxmeqsûdê li ber stranan li ber xwe didin
Dayikên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku ji 13'ê Adarê û vir ve di bin ambargoyeke giran a rêveberiya Şamê de ne, bi biryardarî li ber xwe didin û dibêjin: "Em serê xwe li ber kesî natewînin." -
Peykerê şehîd Gulo hat danîn
Li bajarê Qamişlo peykerê şehîdê kedê Yûsif Gulo yê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd ketibû bi merasîmeke girseyî hate danîn. -
Li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dagirkirinê
Dewleta Tirk a dagirker gundên Şera yê bi ser Şêrawayê ve bombebaran kirin. Ji 50 zêdetir guleyên obusan li van deran ketin. Ji Hesekê jî dengê teqînê hat. -
Li Minbic û Qamişloyê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li Minbic û Qamişloyê bi çalakiyan hatin protestokirin. -
Reqayiyan êrîşên dagirkeriyê protesto kirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, li Reqayê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan. -
Li dijî dagirkeriyê ciwanên Rojava serferberî îlankirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Herêma Cizîrê yê Rojavayê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê seferberî ragihand û di serî de ciwan bang li her kesî kir ku tevlê seferberiyê bibin. -
HRE: Li Marê 10 polîsên taybetên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku di 22’ê Nîsanê de wan li bajarokê Marê li dijî wesayîta zirxî ya dewleta Tirk çalakiyek kirine û di vê çalakiyê de 10 polîsên taybet mirine. HRE’yê ragihand li Babê jî çeteyekî artêşa Tirk hatiye kuştin. -
‘Bi helwesta xwe ya berxwedêr em ê dagirkeran bidin sekinandin’
Mihemed Elî yê ku ji salên 1980’î ve bi Tevgera Azadiyê ye got “Bi helwesta gelê berxwedêr em ê PDK û dewleta Tirk bidin sekinandin.” -
Dagirkeran li Efrînê kesek revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Şikato yê navçeya Mabeta ya Efrînê kesek revandin -
Dewleta Tirk êrîşî Minbic û Til Rifat dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş bire ser Minbic û Til Rifatê. -
Divê PDK ji vê şermê xwe rizgar bike
Mihemed Sedîq ê ku bavê sê şehîdan e diyar kir heke Barzanî piştgiriyê nede wê dewleta Tirk nikaribe wisa bi rihetî êriş bike. -
Melkonyan bang li Ermenan kir
Yek ji fermandarê Tabûra Ermenana Nûbar Melkonyan: Êrîşa li Qerebaxê ji bo Kurdan çawa xetere be, îro êrişa li Zapê jî ji bo dîasporaya Ermenan xetere ye. Ji ber vê divê em pişta gerîlayan bigirin. -
Dewleta Tirk Şehba û Şera bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker gundên Um El Qura, Şêx Îsa, Eyn Deqnê û Belûniyê yên Şehbayê û gundên Malikiyê, Şêwarxa û Merenaz ên girêdayî Şerayê bombebaran kir. -
Kawa Nadir: Ya ku dewleta Tirk dixwaze şerê Kurd-Kurd e
Çalakvanê Siyasî û Rojnamevanê Başûrê Kurdistanê Kawa Nadir diyar kir, ku divê PDK ji dîroka di navbera pêywendiyên Kurdistanî û desthilata Tirkiyê sûd werbigire û baweriya xwe bi dewleta Tirkiyê neyne.